03:15 23 Nîsan 2018
    Êrîşa çekdarî ya li Fransayê

    Herêma Kurdistanê ji bo êrîşa li Fransayê peyamek weşand

    © AP Photo / La Depeche Du Midi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke hevxemiyê ji bo hikûmet û xelkê Fransayê weşand û ew êrîşa çekdarî ya li bajarê Trebesê ya herêma Audeyê şermezar kir.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo êrîşa çekdarî ya li bajarê Trebesê yê Fransayê peyameke hevxemiyê weşand û têde got, "Em serxweşiyê li malbata wî efserê fransî dikin ku ji bo rizgarkirinê bi awayekî qehremanê alîkarî kir û di encama karê terorîstî yê li başûrê Fransayê de bi awayî giran birîndar bû û giyana xwe ji dest da."

    Hikûmetê di peyama xwe de herwisa ji bo malbatên wan her 3 qurbaniyên din, xelk û hikûmeta Fransayê jî serxweşî xwest û hevderd û hevxemiya xwe ya li gel wan anî ziman. Herwisa di peyamê de ew êrîş bi awayekî tund hat şermezarkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku roja 23yê Adara 2018an de li bajarê Trebesê yê Fransayê êrîşeke çekdarî pêk hatibû û di encamê de yek jê efserek, 3 kes jî sivîl, bi tevahî 4 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Kesê êrîşkar xwe wekî alîgirê DAIŞê ragihandibû.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Fransayê hat desteserkirin
    Li Fransayê kirîza rehînegirtinê 3 kes jiyana xwe ji dest dan
    Ji Serokomarê Fransayê peyama Kurdistanê
    Hikûmeta Kurdistanê jenosîda ezdiyan dibe Fransayê
    Etîketan:
    weşandin, peyam, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de