21:28 24 Nîsan 2018
    balafirên tirk-balafirên şer yên tirk-

    Artêşa tirk Herêma Kurdistanê topbaran kir: 2 sivîl birîndar bûn

    © AP Photo / Anatolia, Kenan Gurbuz
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 00

    Îro piştî nîvro artêşa tirk careke din dest bi topbarankirina devera Şêladizê ya li sînorê qeza Amêdiyê kir û di encamê de 2 welatiyên kurd birîndar bûn.

    Rêveberê nahiyeya Şêladizê Warşîn Berwarî derbarê bûyerê de ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Îro piştî nîvro artêşa tirk devera Nêrew û Rêkan ya li ser sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bombebaran kir û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûne, ku birîna yekî ji wan giran e."

    Berwarî daxuyand ku ew dever ji ber topbarankirin û êrîşên balafirên şer yên dewleta tirk vala ye û niha xelkê deverê hewl daye vegerin gund û mal û zeviyên xwe, lê artêşa tîrk êrîşê ser wan kiriye.

    Warşîn Berwarî ew yek jî ragihand ku 85 gundên wê deverê ji ber topbarankirna artêşa tirk hatine terikandin û bi berdewamî tên topbarankirin û bombebarankirin.

    Berwarî li ser hebûna endamên PKKê û baregehên wan jî got, "Hîç baregaheke PKKê li wê deverê tune ye, lê Tirkiye bi bihaneya PKKê her tim êrîşan dike."

    Bi heman mijarî:

    Li dijî paşkeftkirina mûçeyan li piraniya bajarê Herêma Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin
    Îxracata petrola Iraq û Herêma Kurdistanê di meha Adarê de kêm bû
    'Alayên Kurdistanê ji alayên partiyên siyasî zêdetir tên firotin'
    Etîketan:
    birîndarbûn, topbarankirin, Artêşa Tirk, Rêveberê nahiyeya Şêladizê, Warşîn Berwarî, Amêdiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de