07:48 27 Nîsan 2018
    PKK

    Osman Ocalan: PKKê Apo firot

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Osman Ocalan, birayê Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan ragihand ku, "Ji min hat xwastin ku Apo bifiroşim, lê min qebûl nekir û paşê PKKê ew firot."

    Di çarova beşdariya di bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê de, Osman Ocalan diyar kir ku "Piştî mehekê ji girtina Apo û li ser asta hikûmeta Polonyayê desteyeke PKKê ji bo civînekê vekirî hate vexwandin û daxwazek ji desteya me kirin û gotin eger hûn Apo bidin aliyekî, em ê hemû alîkariyan bi we re bikin."

    Ocalan wiha pê de çû: "Ez wek erkê biratî, Kurdatî û şoreşgerî min qebûl nekir Apo were firotan û min got, divê ev hevdîtin û gotûgo were rawestandin û behsa tiştekî neye kirin."

    Osman Ocalan, "Piştre jî wan Apo firot û ev piştevaniya cîhanî ya niha beşek ji ber firotana Apo tê, ji ber wê ez ji PKKê hatim dûrxistin. Îro rêkeftina li Rojava li ser firotana Apo tê meşandin."

    Bi heman mijarî:

    Cemil Bayik: Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de firehtir dibe
    PKK li ser rewşa Efrînê Daxuyanî da
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Serbazekî tirk mir
    Kartal li ser ihtîmala pêvajoyeke nû di navbera PKK û Tirkiyeyê de ji Sputnikê re axivî
    Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
    Etîketan:
    PKK, Kurdistan24, Osman Ocalan, Abdullah Ocalan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de