18:26 20 Gulan 2018
    Xwepêşandan-hewlêr

    Li dijî operasyonên Tirkiyê yên li herêmên kurdan li Hewlêr û Silêmanî xwepêşandan

    © Sputnik / Osman Başkali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Îro li Hewlêrê hejmareke xort û keç xwepêşandanekê li dijî operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê û êrişên esmanî yên li ser herêma kurdistanê li dar xistin.

    Xwepêşander xwestin ku biçin heta ber konsolxaneya Almanyayê lê belê hêzên asayişê nehiştin ku biçin wir. Yek ji wan xwepêşandera Qasm Hemîd anî ziman ku: Me xwest ku heta ber konsolxaneya Almanyayê biçin lewra me bîrnameyek amade kiribû ku bidin wezareta Almanyayê.

    • Xwepêşandan hewlêr efrîn
      Xwepêşandan hewlêr efrîn
      © Sputnik / Osman Baqeli
    • Xwepêşandan-hewlêr-
      Xwepêşandan-hewlêr-
      © Sputnik / Osman Başkali
    1 / 2
    © Sputnik / Osman Baqeli
    Xwepêşandan hewlêr efrîn

    Qasm Hemîd destnîşan kir ku "me di bîrnameyê de daxwaz kiribû ku Almanya êdî bes çekan bifiroşe Tİrkiyê lewra Tirkiye wan çekana li hember kurdan û sivîlan bi kar tîne."

    Herwiha Hemîd got ku: Em daxwaz ji Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û saziyên navdewletî dikin ku rê nedin Erdogan ku êrişê li miletê kurd bike û sînorên Herêma Kurdistanê binpê bike. Em kuştina 4 xortên kurd yên ji aliyê balefirên Tirk ve hatin kuştin bi tundî şermezar dikin.

    Heman xweşandanên ku li hember êrişên Tirkiyê yên li ser miletê kurd têkirin li bajarê Silêmaniyê û Helebçê jî hat kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Herêma Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan hat lidarxistin
    Li Swêdê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan tê lidarxistin
    Li Stenbolê ji bo Çemê Mûnzirê xwepêşandan hat lidarxistin
    Li Ewropayê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de