00:46 26 Nîsan 2018
    Newroz

    Nameya Wezîrê brîtanî: Em rojî salî tazeye, Newroze hatewe

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Bîtanyayê Borish Johnsonî nameyek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand ku tê pîrozbahiya Newrozê li wî, gel û hikûmeta Kurdistanê kir, hêviya hevkariyê kir û bi srûda kurdî ya navdar a 'Newroz' bi dawî kir.

    Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Johnsonî peyamek ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi boneya cejna Newrozê şandiye û tê de gotiye: Bi bıneya Newrozê em pîrozbahiyê li we, malbata we ya ezîz, gel û hikûmeta Kurdistanê dikim. Herêma Kurdistanê û gelê kurd par di şerê li dijî DAIŞê de nimûneyeke ji lehengî, fedakarî û mêvaperweriyê nîşan da ku hejmareke mezin ji penaber û awareyan himbêz kir."

    Herwiha Johnsonî di nameya xwe de teqez kirku "Fersend heye ku siberojeke demokratîk û biîstiqrar ji bo bipêşdekietina herêma Kurdistanê heye û em li hêviyê ne ku li gel cenabê we bixebitin da ku vê armancê pêk bînin."

    "EMHÊVÎ DIKIN WE ÎSAL LI LONDONÊ BIBÎNIN"

    Herwiha wezîrê brîtanî Barzanî vexwend Londonê û got: Em hêvî dikin ku îsal demekê wek Londonê bibînin û dixwazin ku Nerwoza we şad û ewle be û sala we tijî serkeftin bin."

    Di dawiyê de Johsnonî peyama xwe bi sirûda neteweyî ya navdar a kurdî bi dawî kir ku dibêje: "Em rojî salî tazeye, Newroze hatewe".

     

    Bi heman mijarî:

    Newroz wê li Êlihê di 20ê Adarê de were pîrozkirin
    Li Stenbolê banga li dijî qedexeyê: Newroz û Berxwedan!
    Newroz li Rojavayê hat qedexekirin
    Newroz li Libnanê hate pîrozkirin
    Di maça Torino FC-Juventus de pankarta 'Newroz pîroz be' hat vekirin
    Li Qendîlê Newroz bi çoşek mezin hate pîrozkirin
    Eutelsal piştî wesana Med Nûçeyê, ya Newroz TVyê jî qut dike
    KJA: Emê 1ê Gulanê, bi rûhê newroz û 8ê adarê pîroz bikin!
    Etîketan:
    Newroz, Boris Johnson, Nêçîrvan Barzanî, Brîtanya, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de