01:29 24 Gulan 2018
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Rêveberê polîsên Kerkûkê guherî û Heşda Şeibî ji Xurmatûyê vekişiya

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Hikûmeta lraqê biryara da ku rêveberê polîsên parêzgeha Kerkûkê biguherîne û herwisa hêzên Heşda Şeibî jî ji devera Xurmatûyê, bi taybet li ser rêya di navbera Kerkûk, Xurmtaû û Uzêmê de hatin vekişandin.

    Parlamenterê kurd yê Kerkûkê yê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Hacî Osman ji bo guhertina rêveberê polîsên Kerkûkê ji bo Sputnik Kurdistan ragihand ku guhertina rêveberê polîsên parêzgeha Kerkûkê karekÎ yasayî ye, ji ber ku Emîd Xetab Arf ku kesekî kurd bû û temenê wî 63 sal derbas kiriye, pêwîst bû were xanenşîn kirin û li gorî yasayê hate xanenşînkirin û Emîd Elî Kemal li cihê wî hatiye destnîşankirin û erka rêveberê polîsên parêzgeha Kerkûkê wergirtiye.

    Herwisa daxuyand ku Emîd Elî Kemal ew jî kesekî kurd e û xelkê Xaneqînê ye, ji ber ku erka rêveberê polîsên Kerkûkê para kurdan e û her divê kesekî kurd wê erkê werbigire.

    Hacî Osman ji bo vekişîna hêzên Heşda Şeibî ji devera Xurmatûyê jî got, "Wisa xuya ye ku Heşda Şeibî nikarî wekî pêwîst wê deverê bi giştî û riya sereke ya di navbera Kerkûk û Xurmatûyê de biparêze. Ji ber wê yekê parastina ewlehiya wê deverê û riya sereke daye destê hêzên bersivdana bilez û polîsên federa."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Kerkûkê bi cilên polîsan êriş kir: 5 kuştî û 15 birîndar
    Kosret Resûl: Rewşa niha li Kerkûkê zêde ne domdar e
    Fermandarê Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê wiha dewam nake
    Agirê Newrozê îsal jî dê li Kerkûkê bê dadan
    Etîketan:
    Parlamenterê kurd yê Kerkûkê li Parlamentoya Iraqê, Mihemed Hacî Osman, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de