21:24 24 Nîsan 2018
    Festîvala Rengan li Hewlêrê

    Li Hewlêrê Festîvala Rengan birêve çû

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Bi helkefta cejnên adar û newrozê li parka gilkendê ya li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistan bi beşdariya bi sedan xort û keçên kurd û welatiyên ereb û biyanî û geştyaran Festîvala Rengan birêve çû.

    Endamê Lîjneya Amadekariyê ya Festîvalê Seîd Ehmed ji bo Sputnîk Kurdistanê ragihand ku ev cara duyem e li Herêma Kurdistanê ev festîval tê lidarxistn û got, "Lê ev sal hinekî cuda ye ji ya berê, ji ber ku di werzê biharê de hat lidarxistn û ji bilî rengan hin çalakiyên din jî li xwe digire. Wekî karên destan yên jinan û nîşandana kelûpelên kelepurî û çandî yên kurdewarî û çendîn çalakiyên din."

    Hat diyarkirin ku di festîvalê de ji 12 cureyên rengan zêdetirî 7 ton reng hatine bikaranîn û hemû kesên beşdar jî reng bi ser xwe de kirin.

    Aryan Umer xortekê beşdarê festîvalê ji bo Sputnîk Kurdistanê diyar kir ku ew îro pir kêfxweş e ku beşdarî festîvalê bûye û got, "Bi rastî ev tiştekî nû ye li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin û germ û coşa xort û beşdarên festîvalê nîşanê xweşiya wê ye."

    Herwiha yek ji keçeke beşdar Dilvîn Ehmed jî derbarê festîvalê de got, "Îro hest bi xweşiyê dikim, bi dîtina min ev festival ligel dahatina werzê biharê û ahengên adar û newrozê xweşiyeke mezin dide keç û xortên me."
    Tê gotin ku festîvala rengan duhî dest bi karên xwe kir û ji bo 2 rojan wê berdewam bike û di roja duyem de dê bo malbat û xêzan beşdar bibin.

    Bi heman mijarî:

    Li Serdeştê 9emîn festîvala beyt û heyranokan tê lidarxistin
    20 çîrokên biyanî bi wegera kurdî beşdarî festîvala çîrokan a li Kurdistana Îranê bû
    Di festîvala sehafan de kitêbên kurdî balê dikşînin
    Belgefîlmê "Bîra Mi' Têtin" di 5emîn Festîvala Fîlman a Babelê de xelat stend
    Li Kurdistana Îranê festîvala helbest û çîrokên kurdî tê lidarxistin
    Etîketan:
    Endamê Lîjneya Amadekariyê ya Festîvalê, Seîd Ehmed, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de