17:04 25 Nîsan 2018
    Newroz

    Partiyên Kurdistana Îranê daxuyaniyek belav kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda hevkariyê ya partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê spasiya gelê kurd kir ku bi awayekî xurt piştgirî daye pîrozbahiyên Newrozê.

    Navenda hevkariyê ya partiyên siyasî yên Kurdistana Îranê li ser pîrozbahiyên Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand.

    Navendê di daxuyaniya xwe de spasiya gelê kurd kir ku ji bo pîrozkirina Newrozê bangewaziya wan guhdar kiriye û di asteke berz de beşdarî pîrozbahiyan bûye.

    Herwisa di daxuyaniyê de banga xurtkirina tifaqa kurdan hat kirin ku li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê yekdeng bin û hat gotin, "Kurdên Rojhilatê Kurdistanê wekî baskekî bihêz yê neteweyî dikarin li dijî dagirkeriya maf û azadiya me û li hemberî hemû egerên sext û dijwar de dikarin îradeya xwe ya komelgeyî nîşan bide."

    Bi heman mijarî:

    Rêvebera HDPê ya li Newrozê axivîbû hat girtin
    Zêdetirî 76 hezar geştyaran ji bo Newrozê serdana Kurdistanê kir
    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
    'Polîsê Kemal Kurkut kuştibû îsal dîsa li Newrozê kar dike'
    Etîketan:
    daxuyanî, Cejna Newrozê, Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, Kurdistana Îranê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de