02:30 20 Nîsan 2018
    Silêmanî-silêmaniyê-Herêma Kurdistan

    Parêzgarê Silêmaniyê bersiv da Yildirim

    Ekrem Altun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir bersiv da gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ku gotibû: "Em îro qada xwe ya hewayî vedikin lê ev biryar Silemaniyeyê na hundirîne, ji ber ku hêj li wir çalakiyên rêxistinê yên li dijî welatê me hene." Ebubekir got, "Li Silêmaniyê valahiya ewlehiyê tune ye."

    Heval Ebûbekir bersiv da van daxuyaniyên Yildirimî û diyar kir: "Li Silêmaniyê valahiya ewlehiyê tune ye û me nêrînên xwe ji Balyozê Tirkiyeyê re ragihandin."

    Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir herwiha got "Em hemû cûreyên terorê red dikin ûli Silêmaniyê teror hatiye jinavbirin. Li Silêmaniyê tu valahiya ewlehiyê tune ye, di vê mijarê de jî me nêrînên xwe ji Balyozê Tirkiyeyê re ragihandiye. Em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dixwazin ku helwesta xwe ya li ser vê mijarê eşkere bikin. Silêmanî ji wê tiştê ku tê gotin, dûr e."

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim îro di daxuyaniyeke xwe de diyar kiribû ku qedexeyên li ser firînên ji bo Hewlêrê hatine rakirin û got, "Em îro qada xwe ya hewayî vedikin lê ev biryar Silemaniyeyê na hundirîne, ji ber ku hêj li wir çalakiyên rêxistinê yên li dijî welatê me hene."

    Bi heman mijarî:

    Du şîrket li balafirxaneyên Kurdistanê dest bi firînan dikin
    Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand
    Piştî vekirina balafirxaneyên Kurdistanê ji Bexdayê daxuyaniya lihevkirina Pêşmerge
    Îran: Heta demek nêzîk balafirxaneyên Kurdistanê vedibin
    Ji Bexdayê daxuyaniya teslîmkirina deriyên sînor û balafirxaneyên Kurdistanê
    Wezîrê Navxweyî: Divê êdî balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
    Etîketan:
    Geştyarên hewayî, Têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, firîn, ewlehî, Heval Ebubekir, Binali Yildirim, Silêmanî, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de