14:47 19 Nîsan 2018
    Herêma Kurdistanê ala Kurdistanê xwepêşandan

    Li Herêma Kurdistanê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan hat lidarxistin

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hemwelatiyên navçeya Balekayetiyê li dijî bombebarankirina balafirên şer yên artêşa tirk ku di encamê de 4 kurdên Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, xwepêşandanek li dar xist.

    Li gorî nûçeya NRTyê komeke hemwelatiyên navçeya Balekayetiyê ji bo nerazîbûna xwe li dijî bombebarankirina balafirên şer yên artêşa tirk, ku di encamê de li herêma Geliyê Balekayetiyê 4 hemwelatiyên kurd jiyana xwe ji dest dabû, xwepêşandanek li dar xist.

    Xwepêşandaran di dema xwepêşandanê de diruşmeyên li dijî dewleta tirk û serokomarê tirk Recep Tayyip Erdogan berz kirin û herwisa wêneyên wan 4 ciwanên ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû, hilgirtin û heta ser gorên wan meşiyan.

    Hêjayî gotinê ye ku balafirên şer yên artêşa tirk duhî herêma Geliyê Balekayetiyê bombebaran kiribûn û di encamê de 4 kurdên sivîl yên bi navê Şero Mehmûd, Mistefa Wertî, Derbas Simakolî û Îsmaîl Wertî di dema pîrozkirina Cejna Newrozê de jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    'Alayên Kurdistanê ji alayên partiyên siyasî zêdetir tên firotin'
    Iraqê di derbarê êrişa Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê de daxuyanî da
    Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê ji PKKê xwest ku derûdora gund û avadaniyan biterikîne
    Herêma Kurdistanê peymaneke 10 salî bi Hilal Oil û DANA GASê re îmze kir
    Etîketan:
    Xwepêşandan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de