13:44 25 Nîsan 2018
    PKK - PKK Şengal- Şervanên PKKê li bajarê Şingalê

    KCK: Em hêzên xwe ji Şingalê vedikişînin

    © AP Photo / Bram Janssen
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    KCKê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku li Şingalê û derdora wê ewlehî hatiye pêkanîn û hikûmeta Iraqê ji bo bicihanîna daxwazên êzidiyan ketiye nava tevgerê û ji ber vê yekê ew hêzên xwe yên li Şingalê vedikişînin.

    Hevserokatiya Konseya Rêveberiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê rewşa Şingalê de daxuyaniyek weşand û di wê daxuyaniyê de ragihand ku ew ê hêzên xwe ji Şingalê vekişînin.

    KCKê di daxuyaniyê de anî ziman ku li Şingalê ew şert û mercên xerab yên sala 2014an ji holê rabûne û got, êzidîiyan rêxistina xwe pêk aniye û li Şingalê û derdora wê jî pirsgirêka ewlehiyê nemaye, ji ber van sedeman hêzên xwe ji wir vedikişînin.

    Di daxuyaniyê de hat derbirîn ku hêzên wan tenê ji bo parastin û rizgarkirina êzidiyan midaxele kiriye û hat gotin, "Gerîlayên me bi aramî û baweriya xw eya gihîştina vê armancê ji Şingaşlê vedikişin."

    Herwisa hat destnîşankirin ku piştî tunekirina DAIŞê li Şingalê êzidî bi hikûmeta navendî ya Iraqê re hevdîtin pêk anîne û hikûmetê di encama wan peywendî û hevdîtinan de aniye ziman ku ew ê daxwazên êzidiyan bi cih bînin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera PDKê ji bo daxuyaniyên Erdoganî yên Şingalê bi konsulê amerîkî re civiya
    Berpirsê îstixbarata leşkerî yê Seddam Husên: Tirkiye nikare êrîşê ser Şingalê bike
    Erdogan: Emê şevekê ji nişkeva biçin Şingalê jî
    Qeymeqamê Şingalê: Heta niha ji bo YPGê daxwazeke fermî ji me re nehatiye
    Etîketan:
    vekişîn, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de