20:39 23 Nîsan 2018
    Li Kerkûkê hêzên Iraqî ala Kurdistanê tînin xwar

    Parlamenterê kurd: Gotinên parlamenterê tirkmenî yên ji bo kurdan ne rast in

    © REUTERS /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Parlamenterê kurd yê Kerkûkê li Parlamentoya Iraqê Mihemed Hacî Osman bersiv da parlamenterê tirkmanî yê li Parlamentoya lraqê Niyazî Mîmarîoxlo û got, daxuyaniyên Mîmarîoxlo yên ku kurdan tawanbar dikin ne rast in û ew xizmeta pêkvejiyana gelên li Iraq û Kerkûkê nakin.

    Parlamenterê tirkmanî yê di Parlamentoya lraqê de Niyazî Mîmarîoxlo ku biryarderê parlamentoyê ye, ev demeke daxuyaniyên tund li djî kurdên li Iraqê, bi taybetî li dijî kurdên li Kerkûk û deverên nakokî li ser dide.

    Herwisa beriya çend rojan bûyerek li Xûrmatûyê çêbibû û terorîstên DAIŞê berpirsyariya xwe li ser wê êrîşê ragihand, lê Mîmarîoxlo ji ber encamdana wê bûyerê yekser aliyên kurd tawanbar kir û têkdana rewşa ewlehiya Xûrmatû, Kerkûk û hemû navçeyê. Li hemberî vê yekê parlamenterê kurd yê ji Kerkûkê Mihemed Hacî Osman bersiva Niyazî Mîmarîoxlo da û gotinên wî derewandin.

    Hacî Osman li Kerkûkê di civîneke rajnamegeran de daxuyand ku helwest û daxuyaniyên Mîmarîoxlo xizmeta pêkvejiyana gelên lraqê, Kerkûkê û navçeyê nakin û hîç rastiyeke wan gotinên wî yên ku her tim kurdan nîşan dide û tawanbar dike, tune ye.

    Hacî Osman daxuyaniya civîna xwe ya rajnamegeran ji bo Sputnik Kurdistanê şand û ragihand ku biryarderê Parlamentoya lraqê rolekî pir xerab dilîze û daxuyaniyên wî mînakî kesekî şoven û rijadperest derdikevin û hewla têkdana rewşa deverê dide.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Kerkûkê bi cilên polîsan êriş kir: 5 kuştî û 15 birîndar
    Kosret Resûl: Rewşa niha li Kerkûkê zêde ne domdar e
    Agirê Newrozê îsal jî dê li Kerkûkê bê dadan
    Fermandarê Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê wiha dewam nake
    DAIŞê êrîşî Kerkûkê kir: 5 sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    bersiv, Parlamenterê kurd yê Kerkûkê, Mihemed Hacî Osman, Iraq, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de