13:55 25 Nîsan 2018
    Alayên Kurdistanê û partiyên siyasî yên kurdan

    'Alayên Kurdistanê ji alayên partiyên siyasî zêdetir tên firotin'

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Her sal bi hatina biharê û Newrozê li Herêma Kurdistanê xelk bi alaya Kuridstanê û partiyên xwe yên siyasî derdikevin geşt û seyranê lê firoşkarê alayan Mihemed Mistefa diyar dike ku îsal firotina alayên partiyên siyasî gelekî kêm bûne û herî zêde alaya Kurdistanê tên firotin.

    Her sal ligel hatina biharê bi meha adar û Newrozê xelkê Herêma Kurdistanê wekî edet û orfa kurdewarî di rojên inî û bihênvedan û bîranînên buyerên neteweyî, niştîmanî û newrozê de ji bo gerana aheng û derbaskirina demên xweş ji malên xwe derdikevin û ber bi gelî, newal û çiyayên Kurdistanê bire dikevin.

    Herwisa ligel derketina malbatên kurdistaniyan her sal alayên Kurdistanê û partiyên siyasî her yek li gorî baweriya xwe bi wan partiyan alayên wan liser trêmbêlên xwe hildigirin û pê dixemilînin û di aheng û şahiyên xwe de jî bilind dikin.

    ‘ALAYÊN PARTIYÊN SIYASÎ NAYÊN FIROTIN'

    Lê îsal alayên partiyên syasî wekî salên berê nayên frotin. Xortê kurd Mihemed Mistefa derbarê mijarê de ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Ev çend sal in, bi taybetî di demsala biharê de ez alayên Kurdistanê û partiyên siyasî difiroşim û her sal rewaceke baş hebû û tev alayên ku min li vir nîşan didan dihatin firotin, lê îsal alayên partiyên siyasî nayên firotin û tenê xelk alaya Kurdistanê dikirin."

    ‘ALAYA KURDISTANÊ Û KURDISTANÎBÛN PÎROZTIR E'

    Mihemed Mistefa ji sedemên nefirotina alayên partiyên siyasî jî ev tişt anîn ziman: "Bi rastî ez bi tevahî nizanim sedem çi ye, lê bi baweriya min gelek sedem hene. Yek ji wan xelkê Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku alaya Kurdistanê û kurdstanîbûn ji girêdana bi ser partiyên siyasî ve pîroztir e. Ji ber ku her partiyek berjewendiya xwe dixwaze."

    Bi heman mijarî:

    Rêvebera HDPê ya li Newrozê axivîbû hat girtin
    Zêdetirî 76 hezar geştyaran ji bo Newrozê serdana Kurdistanê kir
    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
    'Polîsê Kemal Kurkut kuştibû îsal dîsa li Newrozê kar dike'
    Serokwezîr bi Kurdî Cejna Newrozê pîroz kir
    Hikûmeta lraqê ji bo cejna Newrozê 2 roj betlane ragihand
    Etîketan:
    Firoşkarê alayan, Mihemed Mistefa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de