14:32 20 Gulan 2018
    Şerê li Şingalê

    Parlamentera PDKê ji bo daxuyaniyên Erdoganî yên Şingalê bi konsulê amerîkî re civiya

    © AP Photo / Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Endama Parlamentoya Iraqê ya PDKê Viyan Dexîlê ragihand ku îro sibehê bi Konsulê amerîkî li Hewlêrê ken Gross re civiya da ku geşedanên dawî û nexasim daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî yên pêkanîna operasyonekê li ser Efrînê gotûbêj bikin.

    Dexîlê li ser hesabê xwe yê fermî yê medya civakî yê fermî ragihand ku li gel konsulê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Grossî re civiyaye da ku geşedanên dawî û bi taybetî daxuyaniyên dawî yên Erdoganî gotûbêj bikin.

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî gotibû ku “eger hûn Şingalê çareser dikin bikin, eger hûn nekin emê şevekê ji nişkeva bikevin Şingalê.”

    Parlamentera kurda êzîdî Viyan Dexîl nîgeraniya xwe û ya welatiyên sivîl derbarê van daxuuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê de ragihandin û teqez kir ku aliyê tirkî û iraqî herdu berpirsyarên parastina jiyana sivîlan e.

    Herwiha Dexîlê diyar kir ku rola herêmî û navdewletî gelekî giring e da ku karesatek neyê serê welatiyên li Şingalê.


    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    'Kurdistan dikare bibe pêşengeha mezin a çanda Îranê'
    Hikûmeta Iraqê: Nebêjin 'Kurdistan', lê bibêjin 'Iraq'
    Kurdistan: Me bi Amerîkayê re li hev kir ku têkiliyên xwe xurt bikin
    Amerîka: Kurdistan îstîqrara herêmê ye
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Ken Gross, Viyan Dexîl, Tirkiye, Hewlêr, Kurdistan, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de