00:50 21 Nîsan 2018
    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî

    Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê ji PKKê xwest ku derûdora gund û avadaniyan biterikîne

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî ku balafirên Artêşa Tirkiyeyê îro sibehê çar welatiyên Herêma Kurdistanê kuştin, Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî bi daxuyaniyeke nivîsîkî sersaxî ji malbatên kuştiyan re xwest û bangî PKKê kir ku derûdora gund û avadaniyên li Herêma Kurdistanê biterikîne da ku welatî nebin qurbanî.

    Qeymeqamê navçeya Çomanê Ehmed Qadir ji Spûtnîk Kurdistanê re gotibû: "Îro berê sibehê balafirên şerî yên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê li nêzî gundê Wesan û Sekrana Dola Balekayetî êrişek hewayî pêk aniye û di encamê de 4 ciwanên kurd ku pîrozbahiya Cejna Newrozê dikirin jiyana xwe ji dest daye."

    Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dîzeyî bi daxuyaniyeke nivîsîkî bi sernavê " Em daxwazê ji PKKê dikin derdûra gund û avadaniyan çol bike" da û tê de got:

    "Di demekê de ku hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bona pîrozkirina cijina Newrozê û pêşwazîkirina sala nû ya kurdî ber bi deşt, aqar û çiyayên Kurdistanê çû bûn, mixabin, spêdehiya roja pêncşemê ji encama bombebarana balefirên şerî yê Tirkiyeyê bo ser baregayên PKKê li devera Balakayetî 4 welatiyên Herêma Kurdidtanê şehîd bûn. Tevî hevderdî û hevxemiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwaz in û em dilgiraniya xwe li hember biarmancgirrina gund û avadaniyên Herêma Kurdistanê nîşan didin ku, mixabin, jiber nêzîkiya baregayên PKKê ji wan gund û avadaniyên wê deverê, hertim metirsî li ser wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî. Em daxwazê ji PKKê dikin derdûra gund û avadaniyan çol bike daku hevwelatî zêdetir nebin qurbanî."

    Koma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) îro di parlamentoya Iraqê de êrîşên balafirên Tirkiyeyê li ser dola Balekayetê kir û xwest ku Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî sînorekê ji êrîşên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê deyne.

    Bi heman mijarî:

    'Hêzên Tirkiyeyê 3-4 kîlometreyan ketin nav axa Herêma Kurdistanê'
    Ebadî: Balafirgehên Kurdistanê vedibin
    Aso Kerîm: Vekirina balefirgehên Kurdistanê bi ramana vegerandina desthilata Bexdayê tê
    Ebadî: Me bi Herêma Kurdistanê re rûpeleke nû vekir
    Etîketan:
    PKK, Hikûmeta Kurdistanê, YNK, Sefîn Dizeyî, Iraq, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de