07:42 27 Nîsan 2018
    Berpirsê îstixbarata leşkerî yê Seddam Husên Wefîq Sameray

    Berpirsê îstixbarata leşkerî yê Seddam Husên: Tirkiye nikare êrîşê ser Şingalê bike

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Berpirsê îstixbarata leşkerî ya rejîma berê ya Beesa Iraqê ji bo îhtimala êrîşên dewleta tirk yên li ser Şingalê diyar kir ku Tirkiye nikare êrîşê ser devera Şingalê bike û ji bo sedema vê yekê jî got, "Rewşa li Sûriyeyê didome ji rewşa Iraqê gelekî cuda ye û ev ne karekî lojîkî ye."

    Berpirsê îstixbarata leşkerî ya rejîma berê ya Beesa Iraqê û herwisa şêwirmendê karûbarên leşkerî yên serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî li Londonê Wefîq Sameray ji bo Sputnik Kurdistanê got, "Rast e hikûmeta lraqê naxwaze bi Tirkiyeyê re rûbirû bibe û têkiliyên xwe têk bibe, lê eger Tirkiye êrîşê ser devera Şingalê bike, vê carê Bexda tenê bi şermezarkirinê namîne, ew ê dest bi bizavên tundtir bike û stratejiya Tirkiyeyê bixe kolaneke pir teng û wê di asta navdewletî de Tirkiyeyê hevrişê nerehetiyeke mezin bike. Lê dibe ku Tirkiye her wekî berê hin êrîşên sînordar pêk bîne ku hin bandorên wê yên mezin nebin."

    'MINBIC NE KAREKÎ HÊSAN E'

    Wefîq Sameray daxuyand ku Edrogan guh neda Serokê Amerîkayê Donald Trump û êrîşê ser kantona Efrînê kir: "Piştî şerê 2 mehan dikarîbû têketa nav Efrînê û rê li ber firehbûna dethilata kurdî ya li Surİyeyê bigire û niha gefa li ser Minbicê dixwe lê Minbic ne karekî hêsan e, ji ber ku dibe li gel Amerîkayê rastî şer were."

    Semarey ji bo gefxwarinên Erdogan li dijî Şingal û Qendîlê jî got, "Erdogan di keyfa serketina Efrînê de ew gotin kirin û niha ne kurdên Iraqê amade ne alîkariya Erdogan bikin û ne jî hikûmeta lraqê amade ye rê bide êrîşa Tirkiyeyê. Ji ber ku ew nûçeyên behsa hebûna rêkeftinekê di navbera Bexda û Enqereyê de dikin. Ji ber ku ti rastiyek tune ye ku rê bide Tirkiyeyê û êrîşê ser xaka lraqê an jî avakirina bingehên leşkerî li Herêma Kurdistanê."

    Wefîq Sameray di derbarê êrişên Tirkiyeyê bi ser Çiyayê Qendîlê de jî ev tişt anîn ziman: "Êrîşkirina ser Qendîlê karekî wisa ne hêsan e. Ji ber ku navçeyeke çiyayî, asê û dûr e. Ji ber wê yekê îhtimala êrîşeke Tirkiyeyê li ser wê deverê kêm dibînim."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera PDKê ji bo daxuyaniyên Erdoganî yên Şingalê bi konsulê amerîkî re civiya
    Erdogan: Emê şevekê ji nişkeva biçin Şingalê jî
    Heşda Şeibî banga vegera Şingalê li êzdiyan kir
    Li Şingalê meşa piştgiriya Efrînê
    Etîketan:
    Berpirsê îstixbarata leşkerî ya rejîma berê ya Beesa Iraqê, Wefîq Sameray, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de