13:46 25 Nîsan 2018
    Leşkeren tirk - leşkerên tirkiyeyê

    YNK: Divê sînorek ji êrîşên Tirkiyeyê re were danîn

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Koma Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê(YNK) îro di parlamentoya Iraqê de êrîşên balafirên Tirkiyeyê li ser dola Balekayetê kir û xwest ku Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî sînorekê ji êrîşên Tirkiyeyê li ser Herêma Kurdistanê deyne.

    Koma YNKê ya Parlamentoya Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên şerî yên Tirkiyeyê îro dîsa ezmanê Iraqê derbas kir û gundê Dola Balekayetê yê qezaya Çomanê ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ve bombebaran kirk u di encamê de çar welatiyên kurd jiyana xwe ji dest da û ziyaneke mezin gihişt milk û zeviyên cotkarên li wê deverê.

    Herwiha di wê daxuyaniyê de hat gotin ku van êrîşên dewleta Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin û dixwazin ku Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî li himberî bezandina sînor û serweriya xaka Iraqê ya Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin û sînorekê ji bo êrîşên bi vê şêwazê deynin û tola wan welatiyan jî bidin ku ji ber êrîşên balafirên Tirkiyeyê zirar li wan bûye.

    Qeymeqamê navçeya Çomanê Ehmed Qadir ji Spûtnîk Kurdistanê re gotibû: "Îro berê sibehê balafirên şerî yên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê li nêzî gundê Wesan û Sekrana Dola Balekayetî êrişek hewayî pêk aniye û di encamê de 4 ciwanên kurd ku pîrozbahiya Cejna Newrozê dikirin jiyana xwe ji dest daye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hersê partiyên Herêma Kurdistanê YNK, PDK û Yekgirtû li hev kirin
    YNK bûyera Kerkûkê wekî karesata ‘16ê Cotmehê’ bi nav kir
    Vahap Coşkun: YNK û PDK li hev nekin, dê Kurdistan rûbirûyî parçebûn û qeyrana siyasî bibe
    Qubad Talebanî: Divê YNK ji bo yekparçeyîya Kurdistanê xebatê bike
    Etîketan:
    YNK, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de