17:01 24 Nîsan 2018
    Newroz

    Zêdetirî 76 hezar geştyaran ji bo Newrozê serdana Kurdistanê kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Desteya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo Cejna Newrozê zêdetirî 76 hezar geştyar serdana bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê kir.

    Li gorî nûçeyeke Kurdistan24ê Serokê Desteya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar derbarê serdana geştyaran ya ji bo Cejna Newrozê got, "Heta roja 20ê mehê zêdetirî 76 hezar geştyar hatin Herêma Kuridstanê û di roja yekem ya Newrozê de jî hatina geştyaran ji bo Kurdistanê berdewam kir. Em ê rêjeya wê di rojên pêş de eşkere bikin."

    Cebar ji bo serdana geştyaran ya ji bo sala 2018an jî got, "Armanca me ew e ku em îsal zêdetirî 2 milyon û 500 hezar geştyar bînin Herêma Kurdistanê."

    Mewlewî Cebar herwisa derbirî ku hejmara geştyarên hatine Kurdistanê hejmara geştyarên çûne Îranê derbas kiriye û ew ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in.

    Bi heman mijarî:

    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
    'Polîsê Kemal Kurkut kuştibû îsal dîsa li Newrozê kar dike'
    Cejna Newrozê li seranserê cihanê tê pîrozkirin
    Hikûmeta lraqê ji bo cejna Newrozê 2 roj betlane ragihand
    Etîketan:
    Cejna Newrozê, serdan, Serokê Desteya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê, Mewlewî Cebar, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de