01:12 21 Nîsan 2018
    Balafir

    Qeymeqam bo Spûtnîkê got :4 ciwanên kurd li Çomanê ji aliyê balafirên tirk ve hatin kuştin

    © REUTERS / Hamad I Mohammed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 04

    Li gor agahiyên nûçegihanê Spûtnîk Kurdistanê, 4 ciwanên kurd ku li Çomanê beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê bibûn ji aliyê balafirên tirk ve hatin kuştin.

    Îro berê sibehê balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê êrişî herêma Dola Balekayetî kirin, di encamê de 4 ciwanên kurd ku pîrozbahiya Cejna Newrozê dikirin jiyana xwe ji dest dan.

    Qeymeqamê navçeya Çomanê ehmed Qadir di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de got: "Îro berê sibehê balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê li nêzî gundê Wesan û Sekrana Dola Balekayetî êrişek hewayî pêk anîn û di encamê de 4 ciwanên kurd ku pîrozbahiya Cejna Newrozê dikirin jiyana xwe ji dest dan."

    Li gor çavkaniyên herêmê jî her 4 ciwanê kurd (Şero Mehmûd, Mistefa Wertî, Derbas Simakolî û Îsmaîl Wertî) ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê li herêmê bûn û bûne hedefa balafirên şer ên Tirkiyeyê.

    Tê gotin ku di meha adarê de bi berdewamî balafirên Tirkiyeyê navçeyên sînor yên Herêma Kurdistanê bombebaran dikin û ev jî bûye sedema ku welatî nikarin li herêmê jiyana xwe berdewam bikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Alîngarê di êrişa hewayî du jê fermandar 14 milîs hatin kuştin
    ‘Di êrişa hewayî de 12 milîs û pasdarên îranî hatine kuştin'
    Di êrişa hewayî ya li dijî DAIŞ û El Şebabê de 40 milîtan hatin kuştin
    Karwanê milîtanan rastî êrişa hewayî hat: 85 kuştî
    Li Reqqayê di êrişa hewayî ya koalîsyonê de zêdetirî 20 kesî hatin kuştin
    Etîketan:
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî Herêma Kurdistanê kirin, Ehmed Qadir, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de