
Li gor zanyariyan dê proje ji aliyê DANA GAS û Hilal Oilê were birêvebirin. Di çarçoveya xebatên zêdekirina hilberîna xazê de armanc ew e ku heta 2 salan hilberin ji sedî 120 zêde bibe û rojane hilberin bigihîje 900 milyon metrokupî.
Peyman di navbera Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hawramî, Serokê Lijneya Rêveberiya Hilal Oilê Mecîd Cafer û Serokê Lijneya Rêveberiya DANA GASê Patrick Alman Ward de hatiye îmzekirin. Derbarê rêkeftinê de Serokê Lijneya Rêveberiya Hîlal Oilê Mecîd Cafer diyar kir ku ligel Kurdistanê rêkeftineke 10 salî pêk anîne.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)