20:30 23 Nîsan 2018
    Dr. Parwez Rehîm

    Dr. Rehîmî: Êrîşa Amerîkayê ya li ser Iraqê şiî bihêz kirin, kurd jî lawaz kirin

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 0 0

    Akademisyenê kurd yê Zanîngeha Selahaddînê Dr. Perwîz Rehîmî diyar kir ku Amerîka di sala 2003yan de bi êrîşa xwe ya ser Iraqê xwest karê xwe yê nîvco mayî yê sala 1991ê temam bike. Rehîmî anî ziman ku aloziyên îro li herêmê encamên wê êrîşa Amerîkayê ne.

    Akademisyenê Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Selaheddînê Dr. Perwaz Rehîmî derbarê salvegera 15em ya ketina Amerîkayê nava Iraqê de ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û diyar kir ku bi taybetî piştî rûdanên sala 2001ê yên radîkalîzma îslamî û pirsa dijayetiya terorê, Amerîkayê fêm kir ku tenê damezirandina hikûmeteke demokratîk û navendeke bihêz dikare rê li ber geşbûna komên terorîst yên li welatên lawaz û şikestî bigire.: "Ji bo vê jî dewletên lîder û serkêş ji bo bergiriyê stratejiya şer ya pêşgirtinê dan ber xwe. Her wekî Amitai Etzioni jî dibêje, "Amerîka piştî rûxandina rejîman hewl dide rêya demokrasîkirin, alîkariya binyadê ya aborî û avakirina yekîtiya navbera pêkhate, netewe û mezhebên cuda yên li wan welatan bide berxwe, ku ev jî bi rêya avakirina hikûmeta demokratîk û navendî ya bihêz pêkan dibe."

    ‘AMERÎKAYÊ PÊŞIYÊ XWEST BI OPOZÎSYONÊ AN JÎ BO DERBEYEKE LEŞKERÎ REJÎMA SEDDAM BİRÛXÎNE'

    Dr. Perwîz Rehîmî ev tişt gotin: "Di rastiyê de Amerîkayê piştî êrîşa Iraqê bi ser Kuweytê de pêşiyê hewl dida ku bi rêya opozîsyona wê dewletê an jî bi encamdana derbeya leşkerî ya li Bexdayê rejîma Seddam birûxîne lê di vê yekê de serkeftî nebû. Ji ber vê yekê Amerîka bi xwe rasterast êrîşê ser rejîma Seddam kir û ew rûxand. Du armancên sereke yên vî karî Amerîkayê hebûn: Yekem, temamkirina wî karê xwe yê ku di sala 1991an de temam nekiribû, ku ew jî zêdetir ji ber nerazîbûna welatên erebî yên wekî Siûdî, Urdin û Misirê bû. Duyem, xwest li gel dewleteke ku hewl dida çekên kimyewî çêbike rûbirû bibe, ku Seddam li gorî biryara 1441ê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) rê nedida çavdêrî û kontrola NY û herwisa ji bo Îsraîl û welatên din bibû metirsî û cihê bêbaweriyê."

    ‘SEDEMÊN SEREKE YÊN ÊRÎŞA LEŞKERÎ YA AMERÎKAYÊ…'

    Dr. Rehîmî derbirî ku piştî rûdanên 11ê Îlona 2001ê ragihandina şerê li dijî terorê cîhan wekî "Bereya Xêr" û "Bereya Şer" bû du parçe û ji bo sedemên êrîşa leşkeri ya Amerîkayê bi ser Iraqê de ev tişt gotin: "Herwisa belavkirina demokrasiyê li herêmê û nehiştina komên Îslamî yên terorîstên tundrew, ku ji aliyê dewletên wekî Iraq û Efxanistanê ve dihatin piştgirîkirin, sedemên sereke yên êrîşa leşkerî ya Amerîkayê bûn. Ji ber ku Iraq bi piştgiriya ji bo rêxistina terorîst ya El Qaîdeyê hat tohmetbarkirin û derketina terorîstan bû sedem ku ligel Amerîkayê, Brîtanya, Polonya û 29 dewletên din di vê êrîşa ji bo rûxandina rejîma Seddam de bûn alîkar."

    ‘GER AMERÎKA SERKEFTÎ BIBÛYA WÊ JI BO ROJHILATA NAVÎN BIBÛYA MODELEK'

    Rehîmî hebûna çavkaniyên enerjiyê yên dewlemend jî wekî sedemeke din nirxand û got, "Eger Amerîka di vê projeya xwe de serkeftî bibûya, ji ber zêdebûna dîn, mezhebî û neteweyên cuda dê bibûya modelek ji bo hemû dewletên Rojhilata Navîn. Herwisa wê bibûya sedema belavbûna modeleke liberal-demokratîk û parastina asayîşa herêmê û lawazkirin û kêmbûna neyartiya li dijî Amerîka û Îsraîlê."

    ‘ALOZIYÊN ÎRO LI HERÊMÊ BERHEMÊN ÊRÎŞA AMERÎKAYÊ NE'

    Perwîz Rehîmî di warê bandora ketina Amerîkayê ya nav Iraqê de anî ziman ku êrîşa Amerîkayê ya li ser Efxanistan û Iraqê hemû kêşeyên jeosiyasî yên herêmê guherandin û got, "Guhertin bi ser hevsengiya hêzê ya li nav aktorên herêmê de anî. Piştî êrîşê Komara Îslamî bû desthilat û ji ber têkçûna dijminê herî mezin yê li herêmê (xeynî ji Îsraîlê) rê li ber xweş bû ku baskê xwe bi ser tevahiya Rojhilat Navîn de bigire. Di rastiyê de hemû rûdan û aloziyên vê dawiyê yên li herêmê berhema wan rûdanan in."

    ‘PIŞTÎ ŞERÊ SAR ARMANCÊN STRATEJÎK YÊN AMERÎKAYÊ JI BO HERÊMÊ HEBÛN'

    Rehîmî di axaftina xwe de diyar kir ku piştî Şerê Sar li herêmê xwediyê çend armancên startejîk bû û ev armanc wisa anîn ziman: "1-) Şerê li dijî terorê û astengkirina pêşketina komên terorîst û kontrolkirina wan yên wekî El Qaîde, Talîban, Hamas, DAIŞ, Tevegra Îslamî, Hîzbûllaha Libnanê û hwd. 2-) Parastina ewlehiya Îsraîlê li herêmê, 3-) Parastina asayişa welatên hevpeyman û dostên Amerîkayê li hemberî metirsiyên asayişê, 4-) Astengkirina destwerdana Îranê li nav welatên herêmê, 5-) Astengkirina desthilatiya hêzên sereke yên neyarên Amerîkayê li Rojhilata Navîn, wekî Rûsya û Çînê, 6-) Encamdana proseya aşitiyê ya li Rojhilata Navîn (Filîstîn û Îsraîl), 7-) Astengkirina avabûna dewletên neyarê Amerîkayê, 8-) Belavkirina demokrasiyê û nirxên liberal û amerîkayî li nav welatên herêmê."

    ‘HEWLÊN AMERÎKAYÊ BÛN SEDEMA BIHÊZBÛNA ŞIIYAN Û LAWAZBÛNBA KURDAN'

    Dr. Perwîz Rehîmî bal kişand ser ku piştî rêveberiyeke de facto ya 1991ê kurdan ji êrîşa Amerîkayê ya bi ser Iraqê sûd wergirt û di çarçoveya destûra nû ya Iraqê de gihîştina rêveberiyeke siyasî û yasayî û wisa berdewamî da axaftina xwe: "Lê hewlên Amerîkayê yên bihêzkirina şiîyan û tenêhiştina Iraqê di bin bandora Îranê de, wisa kir ku di demeke kurt de rûdanên li pey hev pêk werin û kurdên ku li herêmê mezintirîn dost û hevpeymanê navdewletî yê Amerîkayê ne, zirarê bibînin û lawaz bibin. Rûdanên li Iraqê û herwisa êrîşên DAIŞê selimand ku Iraqê wekî dewleteke taîfî û millî ji bo dîktatoriya piraniya şiîyan heye û hewla jêbirina sunne û kurdan dide."

    ‘NEBÛNA BALANSEKE BIHÊZ YA NAVBERA SUNNE Û KURDAN DE ÎRANÊ BIHÊZ DIKE'

    Akademisyenê kurd Rehîmî anî ziman ku siyaseta Amerîkayê ya li Iraqê bû sedema bihêzbûna Îranê û ji b ovan sedeman ev tişt gotin, "Di asta navxweyî de nebûna balanseke bihêz ya di navbera pêkhateyên sunne û kurdan de û berdewamkirina Amerîkayê li ser siyaseta rabirdû ya li Iraqê Komara Îslamî ya Îranê di warê jeosiyasî de bihêz kir û kurd rojbiroj lawaz kir. Ew rûdawnên herî dawiyê da nîşan ku Amerîka hêj jî xwendineke baş û dirust li ser rastiya dînî, çandî, neteweyî, nasnameyî û siyasî ya Iraqê tune ye. Di rastiyê de siyaseta Amerîkayê ya li Iraqê bû sedema bihêzbûna neyarên wê (wekî Îran, Hîzbûllah û Sûriyeyê) yên li herêmê û di heman demê de hevpeymaniya xwe ya li dijî Îranê lawaz kir."

    Bi heman mijarî:

    Encamên ketina Amerîkayê ya Iraqê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn û kurdan kir
    Iraqê daxwaza Tirkiyeyê ya operasyona li dijî PKKê red kir
    ‘Mudaxeleya li Iraqê bû sedema kaoseke mezin'
    Helîkoptera ku leşkerên amerîkî tê de bûn li rojavayê Iraqê ket
    ‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
    Etîketan:
    êrîş, kurd, Akademisyenê Zanîngeha Selahadînê, Dr. Perwîz Rehîmî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de