13:55 25 Nîsan 2018
    Şerê li Şingalê

    Parlamentera PDKê: Bila Bexda helwesta xwe ji bo operasyona Tirkiyeyê eşkere bike

    © AP Photo / Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Endama Parlementoya Iraqê ya PDKê Viyan Dexîlê li ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî yên operasyona li dijî Şingalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew daxuyaniyê cihê nîgeraniyê ne û divê Hikûmeta Iraqê û xwest ku Bexda helwesta xwe eşkere bike.

    Dexîl li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku haya wan jê tine bê rêkeftinek di navbera Bexda û Enqereyê de heye yan na lê wê îhtimalê qet dûr nabînin û "di heman demê de em dixwazin hikûmeta federal helwesta xwe ji vê tehdîda Tirkiyeyê ya cidî li dijî Şingalê eşkere bike".

    "BI DEHAN MALBATÊN ÊZÎDÎ DIREVIN"

    Herwiha parlamentera PDKê Enqere û Bexda hişyar kir û got ku berpirsyariya dîrokî, mirovî û exlaqî di stûyê wan herduyan de ye, eger zirar bigihêje xelkê me yê li Şingalê û em teqez dikin ku "bi dehan malbatên êzîdî dest pê kiriye birevin herêmên ewletir".

    Hêjayî gotinê ye ku Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî îro çarşemê ji Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ehmed Yildizî re got ku Bexda qebûl nake ku operasyoneke leşkerî li ser xaka wê çêbibe û sînorên wê werin binpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê bi wesayîtê êrişî kadroyên PDKê kirin: Kuştî û birîndar hene
    PDKê pakêteke ku ji 6 xalan pêk tê pêşkeşî Goran kir
    Nûnerê PDKê li Misirê: Referandûma serxwebûnê nayê paşxistin
    PDKê biryara ji bo veger û nevegera xwe yê parlamentoya Iraqê da
    Etîketan:
    PDK, Viyan Dexîl, Iraq, Tirkiye, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de