13:49 25 Nîsan 2018
    Newroz-Amed-Pîrozbahî

    Serokwezîr bi Kurdî Cejna Newrozê pîroz kir

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Kurdî Cejna Newrozê li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê pîroz kir.

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotara xwe ya li Bexdayê de piştî Lijneya Wezîran gotara xwe ya heftane pêşkêş kir û bi zimanê Kurdî pîrozbahiya Cejna Newrozê li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê kir.

    Heyder Ebadî di axaftina xwe de got: "Ez niha dixwazim peyamekê arasteyê xelkê Herêma Kurdistanê bikim. Newroza we pîroz, bi hêviya ku sala nû ji sala derbasbûyî xweştir be."

    Hikûmeta Iraqê dûhî bi munasebeta Cejna Newrozê li seranserê welat 2 roj betlaneya fermî ragihand. Li gor biryara Lijneya Wezîran roja çarşem û û pênçşemê bêhnvedana fermî ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Newroz tê pîrozkirin: Îsal Newroz xemgîn e, lê em cejna xwe ya netewî bernadin
    Berpirsê asayîşê: Li Kerkûkê wê Newroz were pîrozkirin
    Taxên Newroz û Kurdistan ên Kerkûkê tên valakirin
    Leşkerên Rûsî û YPGyîyan bi hev re Newroz pîroz kir
    Xirîstiyan û Suryanên Herêma Kurdistanê tevî Kurdan Newroz pîroz kir
    Etîketan:
    Peyama pîrozbahiya Cejna Qurbanê, Heyder Ebadî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de