22:10 19 Nîsan 2018
    Hewlêr - Newroz - Kurdistan

    Newroz tê pîrozkirin: Îsal Newroz xemgîn e, lê em cejna xwe ya netewî bernadin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    20 Adarê roja Sêşemê li tevahiya bajar, dever û navçeyên Herêma Kurdistanê tevî Kerkûkê, rêwresmên hilkirina xetîrên agirê Newrozê bi beşdariya bi hezaran welatiyan birêve çûn.

    Li Hewlêra paytext bi amadebûna hejmareke dîplomat û nûnerên welatên cîhanê li parka Şander rêwresmên hilkirina xetîrên agirê Newrozê birêve çûn.

    ‘NEWROZ CEJNA YEKBÛN Û BERXWEDANA BERDEWAM E'

    Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî peyvek bi zimanê kurdî û erebî û lnglîzî pêş kêş kir û spasiya beşdariya nûnerên welatên biyanî û cemawerê beşdarbûyî kir û Newroz bi roja yekbûna kurdan û berxwedana berdewama netewî da zanîn.

    Li Parka Şanîder a Hewlêrê pîrozbahiya Newrozê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Li Parka Şanîder a Hewlêrê pîrozbahiya Newrozê

    Newzad Hadî got, "Çawa buhar xwe nû dike wiha Newroz jî kurdan li her derekê nû dike. Newroza îsal cuda ye ji ber ku gelê kurd hevrişî êrişên dagîrkeran bûye, lê hêviya me ew e gelê kurd weku Newrozê xwe nû bike û bi ser hemû pirsgirêk û nexweşiyan de serkeve."
    Herwiha hin welatiyên kurdên Rojhilata Kurdistanê û Rojava û Bakûr û ereb û netewên din beşdarî Newroza Hewlêrê bûn.

    ‘JI BER EFRÎNÊ DILÊ ME GIRAN E'

    Welatiyê kurdê Rojhilata Kurdistanê Ehmed Muradî jiboy Sputnîk Kurdistan got, "Em hatine Hewlêrê jiboy ku li vir cejna Newrozê pîroz bikin, lê mixabin dilê me giran e li ser Efrînê û gelê me li Rojava ku ketiye ber sitem û zordariyeke mezin."

    ‘HÊVIYA ME LI HEMÛ PARÇEYAN BI AZADÎ PÎROZKIRINA NEWROZÊ YE'

    Welatiyekî din bi navê Runak Muradî ev peyam da: "Cejna Newrozê li şervanan û berxwedana gelê Rojava pîroz dikim û hêviya min ew e Newroza sala bê di tev parçeyên Kurdistanê de bi azadî em pîroz bikin."

    Li Hewlêr Pîrozbahiya Newrozê li Parka Şanîder
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Li Hewlêr Pîrozbahiya Newrozê li Parka Şanîder

    ‘NEWROZ RÛHÊ KURDPERWERIYÊ Û DÛRKETINA NAKOKÎ Û CUDAHIYAN E'

    Welatî Dilşad Husên diyar kir, "Newroz yekbûna kurdan e. Tenê Newroz e ku tev kurdan li ser hevkiriye û divê Newroz ruheke nû bide me, ew jî ruha kurdperweriyê be û dûrketin be ji nakokî û cudahiyan."

    Newroz Herêma Kurdistanê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Newroz Herêma Kurdistanê

    ‘ÎSAL NEWROZA ME XEMGÎN E, LÊ EM DEST JI VÊ CEJNA NETEWÎ BERNADIN'

    Welatiya Rojavayê Kurdistan Gulistan Salih jî ev peyam da: "Rast e Newroza me ya îsal xemgîn e, lê em dest ji vê helkefta netewî bernadin û hêviya me ew e kurd li hemû cihekî Newrozê bikin roja lihevkirin û yekbûna xwe."

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta lraqê ji bo cejna Newrozê 2 roj betlane ragihand
    Bi mebesta protestokirina operasyona Efrînê xwe şewitand
    Berdevkê NYyê: Ji 18ê Adarê ve 104 hezar Efrînî terka malên xwe kirin
    Iraq: Di mijara ewlehiya sînoran de em amade ne ku bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin
    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    Di êrîşa milîtanên Xûtaya Rojhilat a li ser Şamê de 35 kes mirin
    Zarokekî berşîr bi çarpîkan kolaneke tijî tirimbêl derbas dike
    Etîketan:
    Newroz, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de