02:41 28 Gulan 2018
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Mesûd Barzanî ji bo cejna Newrozê peyamek weşand

© Foto : presidency.krd
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Serokê berê yê Herêma Mesûd Barzanî li ser malpera xwe ya fermî ji bo cejna Newrozê peyamek weşand û cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir, "Bi helkefta serê sala nû ya Kurdî û cejna Newrozê pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê dikim û hêviya şadî û xweşî û bexteweriyê ji bo hemû aliyan dixwazim."

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Barzanî di peyam xwe de dibêje, "Newroz herdem ji bo gelê Kurdistanê wateya azadîxwazî û destpêkeka nûbûnê dide. Xebata gelê Kurdistanê bi navê azadiyê da babetekî nû nîn e, ji berê ve heye û niha jî her berdewam e. Li xebata xwe da gelê Kurdistanê tu demekî bijarteya şer hilnebijartiye belkî tenê bergiriyê li xwe kiriye û bergirîkirin jî mafekî rewa ye. Hemû deman û li gişt qonaxan da jî Kurdistanê xwestiye bi aştî û dûrî tundutîjiyê kêşeyên xwe çareser bike û li hemû derfetek da destê aştiyê dirêj kiriye."

‘ŞER NE ÇARESERIYA KÊŞEYAN E'

Barzanî li ser pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de got, "derket holê ku şer çareseriya kêşeyan nîn e û hêvîdarîn penda vê carê jî li gel ezmûn û pendên berê, wiha li hemû aliyek bike ku bi diyalog û aştî û hevdû têgihîştinê hemû giriftan û kêşeya gelê Kurd li navçeyê de çareser bikin."

‘REWŞA LI KERKÛK Û NAVÇEYÊN DIN LI ENCAMA XIYANET Û SEPANDINA BI ZORÊ HATIYE HOLÊ BI TU AWAYEKÎ NABÊ BIBÊ EMRÎ WAQÎ'

Li ser rewşa dawî ya Kerkûkê de Barzanî ev tişt gotin, "Ev rewşa li Kerkûk û navçeyên din li encama xiyanet û sepandina bi zorê hatiye holê bi tu awayekî nabê bibê emrî waqî û pêwîst e li çarçêweya destûr û maddeya 140 rewşa wan navçeyan bê asayî kirin û çareser kirin û her wiha divê îcraatên pêwîst li beranber wê destdirêjî û qetli'am û koçberkirinê bê kirin ku li meha cotmehê de li wan navçeyan û bi taybet li Xurmatu hatiye encam dan. Niha ew vekirina li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda bi babetekî erênî dizanîn û pêşwaziyê lê dikîn û hêvîdarîn diyalog û hevdû têgihîştin berdewam bê ji bo çareserkirina kêşeyan."

‘HÊVÎDAR IM DAWÎ BI KUŞTIN Û KOÇBERKIRINA XELKÊ BÊ Û ÇARESERIYA SEREKÎ JÎ EWEYE KU KÊŞE BI AŞTÎ Û RÊKARÊN SIYASIYANE BÊNE ÇARESERKIRIN'

Barzanî di peyama xwe de bal kişande ser rewşa dawî ya Efrînê û wiha pêde çû, "Cihê xem û daxekî pir e ku Efrîn tûşî şer û rûdanên nexweş bû û jiyan û bexteweriya xelkê kete ber metirsiyê. Ew dîmenên li Efrîn têne dîtin dilêş in, şer li navbera hêzên çekdaran tişteke û sivikayetîkirina bi jin û zarok û hêmayên neteweyiyên mîlletekî û kuştin û birîna hemwelatiyên bê tawan tiştekî din e ku nemirovane ye û pêwîst e rê li wan reftarên nemirovane bê girtin. Hêvîdarim dawî bi kuştin û koçberkirina xelkê bê û çareseriya serekî jî eweye ku kêşe bi aştî û rêkarên siyasiyane bêne çareser kirin. Hêvî dikim aliyên siyasiyên Kurdên Sûriye bi yekrêzî û rêkarên aştiyane û Kurdane bikarin mafên xwe yên siyasî mîsoger bikin û hemû aliyek rêz li mafê gelê Kurd li Sûriye bigrin."

Peyama Barzanî wiha bidawî dibe, "Li dawiyê da li vê helkefta niştîmanî û neteweyiyê da hêvî dikim rûpelekî nû ya yekrêzî û tebayî ya aliyên siyasiyên Kurdistanê bê holê û hêviya xweşiyê ji bo yek bi yekê hemwelatiyên Kurdistanê dixwazim û silavên taybet ji bo malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman re dişînim û newroza we hemûyan pîroz bê."

Bi heman mijarî:

Barzanî di salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand: Ji Komkujiyê Iraq berpirsyar e
Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir
Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand
Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e
Barzanî: Biryara Ebadî ya derbarê balafirxaneyan de gelek girîng e
Barzanî: Pirsgirêk ne şandina mûçe û vekirina balafirxaneyan e, siyasî û netewî ye
Barzanî: Iraq bi fikra înkarê serweriyê li Kurdistanê dike
Etîketan:
Peyama Serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Peyam, Newroz, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de