06:25 27 Gulan 2018
Mesûd Barzanî - Recep Tayyip Erdogan

Vîdeoyeke Erdoganî ya şaş wergerandî bû sedema nîqaşan li Herêma Kurdistanê

© REUTERS / Kayhan Özer/Presidential Palace/
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Vîdeoyeke Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ya ku xelet hatiye wergerandin li Herêma Kurdistanê belav bûye ku li gorî wê tê îdîakirin ku Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî "destxweşî li Erdoganî kiriye ji bo girtina Efrînê" lê belê ew vîdeo ya berî salekê ye û ji rastiyê dûr e.

Vîdeoyeke Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî bi binnivîseke kurdiya soranî li herêma Kurdistanê belav bûye ku tê de dibêje, "ev operasyon operasyoneke wiha bû ku berî niha ji birêz Barzanî re hatibû ragihandin" lê di binnivîsa vîdeoyê ya bi zaravaya soranî hatiye çêkirin wergereke cuda hatiye kirin û wiha hatiye gotin: "Belê îro birêz Barzanî telefonî min kir û ji bo girtina Efrînê destxweşî li min kir."

Hêjayî gotinê ye ku ev vîdeo ya sala 2017an e ku Erdogan li ser wan êrîşên hewayî yên Artêşa Tirkiyeyê yên li ser Şingalê axiftibû ku di encama wê de 6 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 8 jî birîndar bûbûn.

Heman şevê li baregeha Qereçox a YPGê jî êrîş hatibû kirin û li gor daxuyaniya Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, 20 şervanên YPGê can dabû û 18 jî birîndar bûbûn.

Di vîdeoya resen de Erdogan wiha dibêje: "Teqez Artêşa Tirkiyeyê di vê operasyona li Şingal û Qereçoxê, de teqez, ne li dijî Pêşmergeyan bûn. Jixwe ev operasyon operasyoneke wiha bû ku berî niha ji birêz Barzanî re hatibû ragihandin".

Hêjayî gotinê ye ku nayê zanîn bê kê ev vîdeo amade kiriye.

Bi heman mijarî:

Ji Erdogan ji welatê Afrîka Maliyê daxuyaniya Efrînê
Erdogan: Amerîka derbarê Minbicê de pêşniyarek li me kir
'Erdogan ji ber êrîşên li dijî kurdan dikare wekî Miloseviç were dadgehkirin'
Şêwirmendê Erdogan: Tirkiye amadehiyan dike ku bersiva Amerîkayê bide
‘Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ji Erdogan bêtir tê hezkirin'
Erdogan: Bila biryara we di binê erdê keve
Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn: Efrîn jî hat rojevê
Etîketan:
Pêşmerge, YPG, Recep Tayyip Erdogan, Mesûd Barzanî, Qereçox, Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de