20:31 23 Nîsan 2018
    Newroz

    Nesrîn Qasimlo: Xebata yekbûnê dikare kurdan bigihîne armanca wan

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Nesrîn Qasimlo, hevsera sekreterê giştî yê PDK-Îyê Dr. Ebdurehman Qasimlo, ku li Viyanayê hat qetilkirin, ji bo pîrozbahiya Newrozê peyamek weşand.

    Li gorî agahiyên Kurdistanmediayê ku nêzikî PDK-Îyê ye, hat ragihandin ku Nesrîn Qasimlo (Helen Krulich) ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê peyamek weşand.

    Nesrîn Qasimlo di destpêka peyama xwe de rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn herku diçe jiyana kurdan xerbatir dike û got, "Kurd wekî neteweyekê ji maf û azadiya xwe bêpar in û ti demê nebûn xwediyê jiyaneke hêsan û bextiyar."

    Hevsera Qasimlo herwisa bangî partiyên kurdan kir û ev tişt gotin, "Di vê rewşê de tişta dijwartir perçebûna nav partiyên kurdan e. Di vê demê de xebata yekbûnê ya di bin alayekê de dikare kurdan bigihîne aram û armancên wan."

    Nesrîn Qasimlo herwisa di peyama xwe de anî ziman ku ew Cejna Newrozê li hemû kurdan, bi taybetî jî li jinên kurdan ji dil û can pîroz dike û got, "Wan jinên kurd ku tirsa xwe şikandin û mil bi mil beşdarî xebatan bûn."

    Bi heman mijarî:

    Agirê Newrozê îsal jî dê li Kerkûkê bê dadan
    Donald Trump: Newroza bi milyonan mirovên ku newrozê pêşwazî dikin pîroz dikim
    Operasyonên binçavkirinê yên berî Newrozê dest pê kirin
    Akrê bi fermî wek paytexta Newrozê hat hilbijartin
    Hikûmeta Kurdistanê rojên betlaneya Newrozê diyar kirin
    Etîketan:
    Hevsera Dr. Ebdurrehman Qasimlo, PDK-Î, Nesrîn Qasimlo, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de