14:49 22 Gulan 2018
    Artêşa Amerîkayê

    Aram Ehmed: Amerîka her tim li pêş gavên siyasî yên kurdan bûye asteng

    © AFP 2018 / JACK GUEZ
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Akademisyenê kurd Aram Ehmed ji ber salvegera 15em ya dagirkirina lraqê ji aliyê Amerîka ve diyar kir ku Amerîka tenê ji bo berjewendiyên xwe ket Iraqê û got, Amerîka ti caran kurd wekî hevparên berjewendiyên xwe nedîtiye û her tim li pêşiya gavên siyasî yên kurdan bû asteng.

    Beriya 15 salan, yanê di sala 2003yan de Amerîka bi hinceta hebûna çekên kimyewî krt Iraqê û rejîma Beesê ya Seddam Husên rûxand. Derbarê ketina Amerîkayê jib o Iraqê de mamosteyê beşa zanistên siyasî ya Zanîngeha Raperînê Dr. Aram Ehmed ji bo Sputnik Kurdistanê axivî.

    Dr. Aram Ehmed di axaftina xwe de derbirî ku di rastiyê de di dema 8 salên şerê lraq û Îranê de, Amerîka dostekê pir nêzîk yê rejîma Seddam Husên bû lê piştî dagirkirina welatê Kuweytê ji aliyê rejîma lraqê ve di sala 1990î de, Amerîka ji dostaniya xwe vegeriya û bû dijminekî sereke yê Sedam Husên û rejîma wî.

    ‘KETINA AMERÎKAYÊ JI BO IRAQÊ NE LI GORÎ YASAYÊN NAVDEWLETÎ BÛ'

    Ehmed got, "Paşê biryar da ku lraqê dagir bike û rejîma Sedam biguherîne. Bi ristî ev dagirkirina Amrîkayê qet ne hewldaneke yasayî ya navdewletî bû û Amrîka bi xwe jî piştre ew yek selimand ku tenê armanca wan dagirkirina lraqê bû ji bo gurhetina rejîma Beesê û Seddam Husên. Herwisa Neteweyên Yekbûyî ev êrîşa Amrîkayê wekî dagirkirinê dinase. Sedema serekî jî ew bû di dema sala 2002yan de siyasetzanê amerîkayî Coln Paull raporek amadekiribû û têda behsa guhertina nexşeya sîyasî ya devera Rojhilata Navîn dikir û bibe sedema guhertina rejîma lraqê an ku dagirkirina lraqê bi baweriya Amerîka ew an nedikarîbû wê projeya xwe cîbicî bikin. Ji ber wê yekê lraq dagir kir. Sedemên aborî jî hebûn. Wekî nimûne Seddam Husên piştî gelekî deyndar bû û jib o vê yekê biryar wergirt ku petrola xwe bi dolaran nefiroş e, bi euroyam bifiroşe, ku ev yek jî Amerîka aciz kir.

    ‘AMERÎKAYÊ TI CARAN NEGOTIYE MAFÊN KURDAN YÊN NETEWEYÎ HENE'

    Dr. Aram Ehmed ji bo bandora ketina Amerîkayê ya li ser kurdên Herêma Kurdistanê ev tişt anîn ziman: "Eger em vegerin ser dîrokê, em hîç belgeyek an jî dikomentereke Amerîka nabînin ku kurdan wekî beşeke ji stratejiya xwe ya neteweyî yan jî dostekî xwe yê nêzîk hisab kiribe û Amerîkayê ti caran kurd wekî hevbeş û hevparên berjewendiya xwe ya li deverê nas nekirine. Lê piştî sala 2003yan helwesta Amerîkayê ya li gel kurdan bêtir helwest û tevgereke tektîkî bû, bi gotineke din ji bi bichikirina ajanda û siyaseta xwe ya li herêmê her tim kurd bikar anîne. Herwisa ji ber xatirê çavên reş yên kurdan nebû. Amerîka hatiye li gel kurdan kar bike, lê ji ber berjewendiyên xwe bû û ketiye nava deverên kurdan û li gel kurdan tevgeriyaye. Amerîkayê ti caran negotiye kurd neteweke ku zilm lê hatiye kirin û bila mafên wan yên neteweyî û nîştimanî hebin û bindest nebin.

    ‘AMERÎKA HER TIM LI PÊŞ GAVÊN SIYASÎ YÊN KURDAN BÛYE ASTENG'

    Dr. Ehmed bal kişand ser ku bi rûxandina rejîma Seddam kurdên li Iraqê maf û qezenceke mezin bi dest xist û got, "Dikarîbû mafê federalîzmê ji bo xwe mîsoger bikin. Lê siyaseta Amerîka ji ber berjewendiyên xwe rê neda ku kurd karibin wekî pêwîst bikarin mafên xwe bi dest bixin. Amerîka her tim li pêşiya gavên siyasî yên kurdan bûye asteng û referandûma serbixwebûnê ya meha Îlona derbasbûyî jî nimûneya vê yekê ya berbiçav e."

    ‘AMERÎKA RÊ LI BER DEWLETBÛNA KURDAN GIRT'

    Mamosta Aram Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got, "Bi rastî siyaset û stratejiya Amerîkayê ya li lraq û herêmê hinekî zelal nîn e û carinan tund e, carinan jî nerm e û rêgirtina li ber serkeftina referandûma Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Amerîka ve, yek ji wan siyasetan e ku Amerîka nizane çawa ligel lraqê tevbigere. Amerîkayê nexwest welatên erebî, Tirkiye û Iranê ji xwe aciz bike, ji ber wê yekê pirojeya dewletbûna kurdan têk bir û rê li ber girt. Ez geşbîn nîn im bi siyaseta Amerîkayê ya li hemberî kurdan. Ji ber ku wiha dibînim Amerîkayê heman siyaseta tektîkî ya li hemberî kurdan wê dubare bike û kurdan ji bo berjwendiyên xwe bikar bîne, her wekî çewa berê bikar aniye."

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Îran midaxeleyê hilbijartinên li Iraqê dike
    ‘Mudaxeleya li Iraqê bû sedema kaoseke mezin'
    Helîkoptera ku leşkerên amerîkî tê de bûn li rojavayê Iraqê ket
    Serşêwirmendê serokomarê tirk: Bi kurdên Iraqê re dema normalîzebûnê hatiye
    ‘Heşda Şeibî fermandarekî mezin ê Iraqê kuşt’
    Etîketan:
    ketin, Mamosteyê Zanîngeha Raperînê, Aram Ehmed, Amerîka, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de