07:29 27 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Fermandarê Pêşmerge: Rewşa Kerkûkê wiha dewam nake

    © Sputnik / Nazek
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de ragihand ku Kerkûk niha dagirkiriye û ev dagirkirin wiha dewam nake.

    Fermandarê Pêşmerge yê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de got: "Em dixwazin mijara dagirkirina Kerkûkê bi rêya aştî û diyalogê çareser bikin. Divê bajêr kêlî berî kêliyê were normalîzekirin."

    Kemal Kerkûkî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha rewşeke awarte li Kerkûkê heye û divê milîsên Heşdî Şeibî bajêr biterikînin û ev wiha dewam nake. Ji bo vekirina rêya Kerkûk û Hewlêrê û hemwelatî bi hêsanî bigerin me hemû amadehî kirine.

    Berpirsên ewlehî yên Kurdistanê dê pêşwaziya hemû xelkê kurdistanî bikin. Lê hinek milîsên Heşdî û berpirsên bajêr pirsgirêkan ji kerkûkiyan re derdixînin."

    Bi heman mijarî:

    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    ‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Etîketan:
    Fermandarê Pêşmerge yê Cepheyê Rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de