13:52 25 Nîsan 2018
    Rosneft - Petrol

    Rosneft 2.1 milyar dolarê da herêma Kurdistranê

    © REUTERS / Sergei Karpukhin/File Photo
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şirketa Rûsyayê Rosneft ragihand ku di çarçoveya peymana stendina petrolê ya ku sala par hatibû îmzekirin de, 2.1 milyar dolar pere da Herêma Kurdistanê.

    Rosneftê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di sala 2017an de di çarçoveya peymana stendina petrolê de wek pêşdayîn 2.1 milyon dolar dayê Herêma Kurdistanê.

    Rosneft di daxuyaniya xwe ya ku beriya demekê kiribû de gotubû ku "me bi rêvebiriya Herêma Kurdistanê re li 5 noxteyan ji bo gerana petrolê bi hev kir." Peymana ku di navbera Rûsya û herêma Kurdistanê de hatibû kirin ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve nehat naskirin.

    Wezîrê enerjiyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak di daxuyaniya xwe ya di cotmeha 2017an de gotibû ku: Hikûmeta Bexdayê Kerkûk jî di nav de ji bo 9 noxteyan me vexwendin ku em lêkolînên petrolê bikin. Herwiha ji bo avakirina xeta Kerkuk-Ceyhanê jî ji me re daxwazname şandin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Petrolê ya lraqê: Şirketa Rosneft dikare li Kerkûkê kar bike
    Reuters: Rosneft Kurdistanê û Iraqê nêzîkî hev dike
    Rosneft, dê li Venezuelayê du qadên gaza xwezayî bide şixulandin
    'Rosneft û Gazprom xebatên li Kurdistanê ranawestînin'
    Etîketan:
    Aborî, Kurdistan, Rosneft, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de