02:42 28 Gulan 2018
Yekîtî Niştimanî Kurdistanê (YNK)

YNKê derbasbûna Tirkiyeyê ya nav axa Herêma Kurdistanê red kir

© Foto : PUKMedia.org
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Koma YNKê di Parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mawitî de îro mixabîniya xwe ragihand ji ber ku Artêşa Tirkiyeyê dikeve nava axa Herêma Kurdistanê û bangî hikûmeta herêmê û federal kir ku helwesta xwe derbarê we de eşkere bikin.

Li gorî medyaya nêzîkî YNKê, Dilêr Mawitî gotiye ku "herêm her û hîn jî giringiyê dide baştiya têkiliyên cîraniyê li gel Tirkiyeyê û xurtkirina têkiliyên aborî li gel wê" û  mixabîniya xwe anî ziman ji ber ku Artêşa Tirkiyeyê derbasî nav axa herêma Kurdistanê dibe.

Di berdewamiyê de serokê koma YNKê wiha dewam kir: Em hêvî dikin ku ti peymanên herêmî û navdewletî yên dişibin wê bêdengiya navdewletî ya li himberî êrîşên Tirkiyeyê li ser Efrînê qewimîne tine bin".

Mawitî bangî hikûmeta Herêma Kurdistanê û Federal a Iraqê kir ku bersivê bidin û helwesta xwe li ser "vê êrîşkariya Tirkiyeyê" zelal bikin.

Bi heman mijarî:

Parlementerê YNKê: Kurdistan amade ye, petrolê di ser SOMOyê re bifroşe lê bi şertekî
Lihevnekirina PDK û YNKê li ser parêzgarê Kerkûkê û encamên wê
Endamekî YNKê li Xaneqînê hat kuştin
‘Gruba xiyanetkar a YNKê xwest ku Kosret Resûl bikuje’
Parlamenterê YNKê yê berê: Ebadî ketiye hewayeke mezin
Etîketan:
Dilêr Mawitî, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de