07:29 20 Nîsan 2018
    Pêşmerge - PAK

    PAK û PDK-Î li hevdu civiyan

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê PAKê Husên Yezdanpena çû serdana PDK-Îyê û ligel sekretere giştî yê wê partiyê Mistefa Hicrî kom bû. Hat gotin ku di civînê de behsa xurtkirina peywendî û hevkariya herdu aliyan ya li dijî rejîma Îranê hat kirin.

    Li gorî zanyariyên malpera Kurdistanmediayê ya nêzikî PDK-Îyê roja yekşemê ya 18ê Adara 2018an Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpena bi şandeke wê partiyê re çû serdana Partiya Demokratîk ya Kurdistanê — Îran (PDK-Î) û ji aliyê Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hicrî ve hat pêşwazîkirin.

    Di civîna herdu aliyan de Yezdanpena ji bo mebesta serdana xwe got, me ji bo nûkirina peywendiyên siyasî û pîrozkirina encamdana kongreya 16em ya PDK-Îyê ev serdan kir û em ê behsa xurtkirina peywendî û hevkariya xwe ya li dijî rejîma Îranê bikin.

    Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê Mistefa Hîcrî jî di axaftina xwe ya civînê de behsa rewşa xerab ya aboriya Îranê, zêdebûna bêkariyê ya li Îranê û astengkirina mafê siyasî û neteweyî yê gelê kurd û gelen din yên Îranê kir. Hîcrî herwisa got, "Îran midaxeleyê karûbarên navxweyî yên welatên herêmê dike û piştevaniyê dide terorîzmê."

    Bi heman mijarî:

    Orkestraya Flarmonî ya Kurdistana Îranê konserek li dar xist
    Îranê bersiveke tund da Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî: Yekî naşî û bêhiş e
    Cezayê qemçiyê dan cîgirê serokê berê yê Îranê
    5 leşkerên din ê Îranê di pevçûnan de hatin kuştin
    Li Îranê 5 xwepêşanderên Efrînê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    civîn, Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê, Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên PAKê, Mistefa Hîcrî, Husên Yezdanpenah, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de