06:24 21 Gulan 2018
    Referandum - Kurdistan

    ‘Kurdistanî ji bo mûçeyan dest ji serxwebûnê bernadin'

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Siyasetmedar û pisporê Rojhilata Navîn Mihemed Emîn Pêncêwî di hevpeyvîneke xwe de ragihand ku kurd ji bo mûçeyan dest ji serxwebûnê bernadin.

    Li gor rojnameya Bexdad El Yewm ku Bexdayê weşanê dike, Mihemed Emîn Pêncewî dibêje: "Hikûmeta navendî ya Iraqê bi çend riyên çewt dixwaze pirsa kurd di çarçoveya mûçeyên fermanberan de dorpêç bike û ev demeke kar li ser vê yekê dike ku welatiyên kurd tenê hizra mûçeyan bikin."

    Emîn Pêncêwî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje hikûmeta Bexdayê ji 2014an ve gava yekem ji bo birçîhiştin û birîna qûtê welatiyan avêt û armanca wî karî jî ew bû ku bihêle welatiyên kurd tenê di qût û nanê xwe yê rojane de bifikirin."

    Siyasetmedarê kurd dibêje: "Kolana kurdî rojane li pey nûçeya şandina mûçeyên fermanberan dikeve, ev pirs bûye cihê gotûbêja rojane ya kolana Kurdistanê, lê kurd dest ji hizra netewî û mafê xwe yê damezrandina dewleta Kurdistanê bernadin û beramberî qonaxa birçîkirinê wê biser kevin û wê derbas bikin. Bi ti awayekî kurd dest ji serxwebûnê bernadin ku ev bû bêtirî sed salî ji bo vê armancê xebatê dikin û xwînê ji bo wê dirjînin."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Tu carî têkiliyên me bi Tirkiyeyê re qut nebûne
    'Kurdistan nêzîkî Îranê dibe û dûrî Tirkiyeyê dikeve'
    Tan: Rêxistinên kurdan digotin, pêşiyê Kurdistan, paşê kurdî lê ev dûrê rastiyê bû
    Serşêwirmendê Hamaney û Fuad Masûm behsa têkiliyên Kurdistan û Îranê kir
    Balyozê amerîkî Kurdistan vexwende civîna Kuweytê
    Kurdistan: Me 4 hezar çekdar girtine
    Etîketan:
    Serxwebûna Kurdistanê, Bexda el Yewm, Mihemed Emîn Pêncewînî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de