18:33 19 Nîsan 2018
    Êrîşên ser Efrînê û koçberiya xelkê

    Dayika Efrînê: Îslam ne ola kuştin, zordarî û talanê ye

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Piranya malbatên kurdên Rojava yên li Herêma Kurdistanê guh û çavê wan li ser peyam û nûçeyên rewşa Efrînê ye.

    Malbata Ebdo Efrînî ku xelkê bajarê Efrînê ne û ev çend sal in awareyî bajarê Hewlêrê bûne, piştî nûçeyên ketina artêşa tirk û çekdarên alîkarên wê ya nava Efrînê ji Spûtnîk Kurdistanê re peyama xwe ragihand.

    ‘TIŞTEK JI DESTÊ ME NAYÊ EM BIKIN'

    Mistefa Ebdo xortek ji wê malbatê ye û li ser rewşa Efrînê dibêje, "Mixabn li ber çavên hemû dinyayê xelkê Efrînê bo demeke pir dirêje dibin êrişên top û firokeyên dewleta tirk de ne. Îro artêşa tirk û çekdarên alîkarên wê ketîne nava bajarê Efrînê, bi rastî em pir xemgîn kirîne û dilê me li ser kes û kar û mirovên me yên li Efrînê ye, lê çi ji destê me nayê, em nikarin peywendiyê bi wan re bikin, tenê em dîmenên zordarî li ser torên civakî û medyayê dibînîn ka çawa xelkê sivîl ji aliyê leşkerên tirk û alîkarên wê ve ketîne bin sitemê û zordarî li wan dihên kirin."

    ‘DÎNÊ ÎSLAMÊ NE WISA YE'

    Dayika Kawe Ebdo jî bi giriyan ve dibêje, "Ew çi Îslam e Erdogan behs dike, eger tu lslam î tu bo çi heywanan mirîşkan dikujî? Te dar û ber bi ser feqîr û hejaran de şewitandin, sivîl bi meş ji Efrînê diçin Helebê. Di rê da zarok û pîr û kal ji tirs û birsan dimirin, ew Xudê tu behs dikî ne tenê Xudê te ye, ew Xudê me hemiyan e, hey zalimê zordar, Kurdên reş û rût çi gef ji we xwaribûn bo çi tu kurdan ji gund û malên wan derdixî û ereban li cihê wan akincî dikî, ev e ye Îslama we, Îslam ne ola kuştin û talanê ye Xudê mezin heqê van mirovên feqîr û hejar ji zalim û sitemkara bistîne."

    ‘EM JI MIROVÊN XWE YÊN LI EFRÎNÊ BÊXEBER IN'

    Kawe Edbo di berdewamê de hestên xwe wiha derdibire: "Derdê me Kurdan, nebûna yekîtiyê ye, kurd nabin yek dujmin her tim qezencê ji nakokiyên kurdan dikin, bi rastî dilê me li ser Efrînê ye Efrînê birîna me ye,mirovên me û kes û karên me niha li Efrînê ne û bê xeberin, em nizanin çi bi serê wan de hatiye, îro em hemû li hember rewşa Efrînê daxbarîn û xema dilê me dagirtiye."

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Ranye şîna Efrînê hat ragihandin: Newroz nayê pîrozkirin
    Nûnertiya Ola Cihuyan a Kurdistanê nehatiye girtin
    Ji Amedê bangewaziya Efrînê li cîhanê
    Akrê bi fermî wek paytexta Newrozê hat hilbijartin
    Esad eniya şer ya Xûtaya Rojhilat ziyaret kir
    Rûsya: Îro ji Xûtaya Rojhilat 25 hezar sivîl hatin tehliyekirin
    Etîketan:
    Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de