11:51 27 Nîsan 2018
    Efrîn

    Li Silêmanî, Helebce, Germiyan û Ranye şîna Efrînê hat ragihandin: Newroz nayê pîrozkirin

    © AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Parêzgarê Silêmaniyê ragihand ku li Silêmanî, Helebce, Germîyan û Ranye ji bo Efrînê 3 roj şîn hatiye ragihandin û diyar kir ku ew Cejna Newrozê pîroz nakin.

    Parêzgariya Silêmaniyê 3 biryarên li ser rewşa Efrînê ragihandin; ji ber ketina hêzên artêşa tirk û komên girêdayî wan a nava Efrînê 3 roj şîna giştî li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê hat ragihandin, ahengên Newrozê hatin sekinandin û navê Efrînê li pireke Silêmaniyê tê danîn.

    'TENÊ AGIRÊ NEWROZÊ TÊ DADAN'

    Rêveberê Îdareya Ranye Hîwa Qerenî li ser biryara parêzgeha Silêmaniyê ji Sputnîkê re ragihand, ji ber ketina Efrînê Parêzgeha Silênanî, Helebçe û Ranye bo dema 3 rojan kiriye tazî û tev çalakiyên Newrozê ragirtin û tenê wê agirê Newrozê hilken û dadin."

    Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekîr bi fermî ragihand ku ji êvariya îro 18ê Adara 2018an heta êvariya roja 21ê Adara 2018an li sînorê parêzgeha Silêmaniyê şîna giştî hatiye ragihandin.

    NAVÊ PIRA XEBAT DIBE 'PIRA EFRÎNÊ'

    Di daxuyaniya Parêzgarê Silêmaniyê ya derbarê mijarê de wiha tê gotin:

    "Em dê bîranîna Newroza îsal veguherînin bo Newroza Piştevanî û ahenga Newrozê didin  rawestandin û dikin Newroza şînê bo piştevaniya xelkê Efrînê.Pira Xebat a li ser cadeya bazneyî ya Melik Mehmûd ji îro ve em nav lê dikin Efrîn."

    Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir banga vekişîna hêzên artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ji Efrînê kir û daxwaz kir, xelkê Efrînê yê koçber bûne vegerin ser cih û malên xwe dike û li şûna şer aştî, aramî û ewlehî vegere herêmê.

    'REWŞA EFRÎNÊ DIVÊ BIBE ZEMÎNA LIHEVHATINEKE NIŞTÎMANÎ'

    Ebûbekir, ji xelkê Kurdistanê û hemû aliyên siyasî daxwaz kir, "bi şêweyeke şaristanî û aştiyane û bi rihekî mirovdostane û camêrane, xem û piştgirî û helwestên xwe derbibirin û wê rewşê bikin zemîneya lihevhatineke niştimanî ya rasteqîne û bihêzkirina lojîkî ya îradeya niştimanî."

    Parêzgarê Silêmaniyê bang li civaka navdewletî kir, "awareyan biparêze û bi hawara birîndar û lêqewimiyên Efrînê biçe."

    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de