11:56 27 Nîsan 2018
    Hewlêr - Kurdistan

    Nûnertiya Ola Cihuyan a Kurdistanê nehatiye girtin

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand, rêveberê beşa ola cihuyan di wezaretê de ji posta xwe hatiye derxistin.

    Berdevkê Wezareta Ewqafê Nebez Îsmaîl bi daxuyaniyekê ragihand, bo dema çar mehaye şêrzad Umer Masanî rêveberê beşa ola cihuyan di wezaretê de çûye derveyî welat û nezîvirile ser karê xwe di wezaretê de.

    'HETA NIHA TI KESEK JI BO CIHÊ MASANÎ NEHATIYE DESTNÎŞANKIRIN'

    Îsmaîl da xuyakirin, Masanî bêyî pirsyarkirin û haydarkirina wezaretê serdana derveyî welat kiriye û bo dema çar mehaye nevegeriyaye ser karê xwe, ji ber hindê Wezareta Ewqaf û Karûbarên olî biryara derxistna wî di posta wî de wergirtiye.

    Lê berdevkê wezareta Ewqafê ew yek jî zelal kir ku ta niha hîç kesekî din li cihê şêrzad Umer Masanî wek rêveberê beşa ola cihuyan di wezaretê de nehatiye destnîşankirin.

    'NÛÇEYÊN DAXISTINA NÛNERTIYÊ NERAST IN'

    Herwiha sebaret wê yekê ku hin ji medya Îsraîlî gotiye ji ber fişara hikumeta lraqê hikumeta herêma Kurdistanê beşa ola cihuyan di wezareta Ewqafê de daxistiye, lê Nebez Îsmaîl got, "Ew peyamên ku hin ji medya Îsraîlê weşandine li ser daxistin yan hilweşandina beşa ola cihuyan di wezareta Ewqaf û Karûbarên olî de ya hikumeta Herêma Kurdstanê, hîç rastiyeke wan nîne."

    Bi heman mijarî:

    Ji Amedê bangewaziya Efrînê li cîhanê
    Akrê bi fermî wek paytexta Newrozê hat hilbijartin
    Esad eniya şer ya Xûtaya Rojhilat ziyaret kir
    Rûsya: Îro ji Xûtaya Rojhilat 25 hezar sivîl hatin tehliyekirin
    Dîplomatê rûs di meseleya gaza kujer de balê kişand ser labratuwarên Brîtanyayê
    'Iraq di nav du rojan de dê dest bi dana muçeyên du wezaretên Kurdistanê bike'
    Li Stenbolê ji bo Çemê Mûnzirê xwepêşandan hat lidarxistin
    Etîketan:
    Nûnertiya Ola Cihuyan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de