09:55 24 Nîsan 2018
    ypş-pkk-şingal

    PKK li ser rewşa Efrînê Daxuyanî da

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Komîteya Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser operasyona Artêşa Tirkiyê ya li dijê Efrînê daxuyanî da: “Ji bo azadî û demokrasiyê çi dê were kirin, divê niha were kirin.”

    Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Rêvebir a PKKê ve hatiye belavkirin de êrişên Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê weke "êrişên dagirkeriyê" hatiye binavkirin.
    Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku "şervan û miletê Efrînê wezifeya xwe bi awayek serkeftî pêk anîn, niha wezîfe li her cihê ye û ya her kesî ye."

    PKK di daxuyaniyê de gotiye ku: Ev yeka bêyî razîbûn û piştgiriya Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewropayê, Rûsya, Îran û rêveberiya Esed nayê pêkanîn. Eşkere dixuye ku berxwedana serdemê ya Efrînê, kesên ku tawana komkujiyê dikin û kesên ku dibin şirîkên wan derdixe holê. Dema em li berxwedana Efrînê temaşe dikin, bi awayekî eşkere diyar dibe ku di destpêka sedsala 21an de mirovahî ji ezmûneke rasteqîn derbas dibe.

    Di dawiya daxuyaniyê de hatiye îfadekirin ku “du mehan miletê Efrînê û şervanan bi awayek qehremane berxwe dan û wezifeya xwe ya dîrokî bi cih anîn. Ji îro şûnde ev wezîfe li her derê ye û wezîfedar jî hemû kes in.”

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Kartal li ser ihtîmala pêvajoyeke nû di navbera PKK û Tirkiyeyê de ji Sputnikê re axivî
    Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
    Erdogan: Ne PKK, ne YPG nikare tiştekî bi me bike
    Çavuşoglu: Ji bo pêvajoya aştiyê, divê PKK dest ji çekan berde
    Etîketan:
    kuştin, dagirkerî, efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de