09:59 24 Nîsan 2018
    Newroz

    Hikûmeta Kurdistanê rojên betlaneya Newrozê diyar kirin

    © REUTERS / Ako Rasheed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî îro yekşemê ragihand ku betlaneya Newrozê dê ji roja sêşemê de dest pê bike.

    Dîzeyî li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û tê got: "Bi boneya cejna Newrozê ya neteweyî û niştimanî em germtirîn pîroznahî li malbatên şehîd û pêşmergeyên leheng û tevahiya welatê Kurdistanê dikin."

    Herwiha Dîzeyî hêvî kir ku ev cejn bibe sedema bextewarî û aramî û derketina ji kêşe û qeyranan.

    Di dawiyê de berdevkê hikûmetê diyar kir ku betlaneya Newrozê dê ji roja sêşema dikeve 20ê Adara 201an dest pê bike û dê heta 24 mehê dewam bike ku 25ê mehê dê yekem roja karî ya piştî cejna Newrozê be.

    Bi heman mijarî:

    Şandeyeke Herêma Kurdistanê li Îranê ye
    Heşda Şeibî gefa ala Kurdistanê li YNKê xwar
    'Iraqê dema dayîna mûçeyên Kurdistanê eşkere kir'
    Hikûmeta Iraqê ji bo seferên umrê şert daniye ber Kurdistanê
    "Polîsek bi tohmeta 'propogandaya serxwebûna Kurdistanê' bi êşkenceyê hat kuştin"
    Operasyona Tirkiyeyê ya muhtemel li Herêma Kurdistanê û rola dewletên din
    Gelê Kerkûkê biryara hildana ala Kurdistanê di Newrozê de stand
    Etîketan:
    Newroz, Sefîn Dîzeyî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de