18:40 19 Nîsan 2018
    PKK

    Karasu: Em ji bo operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê amade ne

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê Mustafa Karasu ragihand, ku ew amade ne li hemberî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Qendîlê rawestin û şer bikin û bi tu awayî teslim nebin.

    Mustafa Karasu ji ajanseke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re axivî û bersiva Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu da û got: "Berî niha jî Arteşa Tirkiyê gelek caran li dijî Qendîl û Zapê operasyonên berfireh kiriye, lê derbeyên mezin xwariye. Eger Tirkiye careke din êrîşî Qendîlê bike, wê careke din wekî operasyona Zap û Çelîkê têk biçin".

    Endamê Konseyê Rêveber a PKKê Karasu diyar kir ku, "ew amade ne şer bikin. PKK dikare bedêla şer bide lê tu carî xwe teslîm nabe."

    Hêjayî gotinê ye ku heftiya borî wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotibû, "Operasyona Efrînê heta meha gulanê wê biqede. Li Iraqê jî dê li dijî PKKê operaysona dersînor were lidarxistin û ev operasyon dê bi hevkariya Iraqê were lidarxistin. Ger operasyona Efrînê neqede jî, em dikarin herdu operasyonan bi hev re bimeşînin."

    Bi heman mijarî:

    Cemil Bayik: Şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de firehtir dibe
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Serbazekî tirk mir
    Kartal li ser ihtîmala pêvajoyeke nû di navbera PKK û Tirkiyeyê de ji Sputnikê re axivî
    Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Etîketan:
    operasyona dersînor, Daxuyanî, Mevut Çavuşoglu, Mustafa Karasu, Qendil, Kurdsitan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de