02:27 20 Nîsan 2018
    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

    Hêza dijteror bijîşkek û parêzvanê berê yê Necmedîn Kerîm revandin

    © AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hêza dijteror a Iraqê li taxa Hurriye ya Kerkûkê bi ser maleke kurd de girtin û du birayên bi navê Omer Ezîz û Akam Ezîz revandin.

    Li gor zanyariyên berdest, hêza dijteror a Iraqê li taxa Hurriye ya Kerkûkê bi ser maleke kurd de girtin û du birayên bi navê Omer Ezîz û Akam Ezîz revandin. Heta niha jî rewşa wan ne diyar e. Li gor agahiyên ku xizmên malbatê hatine wergirtin, yek ji birayan bijîşkê Nexweşxaneya Azadî û yên din jî pazrêzvanê berê yê Necmedîn Kerîm (Walîyê berê yê Kerkûkê) bû.

    Li gor daxuyaniya kesên malbatê ji xeyrî revandina herdu birayan hêzên dijteror ên Kerkûkê hem heqaret li kesûkarên malbatê kirine û hem jî li kesekî dane. Heta niha jî rewşa wan ne diyar e û em dixwazin aliyên têkildar bi hawara me bên."

    Piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku Kerkûk ji aliyê milîsên Heşda Şeibî û hêzên iraqî ve hat desteserkirin, gelek caran kurdên ku li bajêr dijîn ji ber helwest û kiryarên hêzen iraqî gilî û gazinan dikin.

    Bi heman mijarî:

    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Etîketan:
    Hêzên Iraqê, Heşda Şeibî, Akam Ezîz, Omer Ezîz, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de