20:30 23 Nîsan 2018
    DAIŞ

    2 hezar milîtanên DAIŞê li sînorê Kerkûkê perwerdeya leşkerî dibînin

    © AP Photo / Militant website via AP
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Hat ragihandin ku zêdetirî 2 hezar milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê Kerkûkê bi cih bûne û li wir perwerdeya leşkerî dibînin.

    Midûrê Polîsê bajar û navçeyên Kerkûkê yê berê Serhad Qadir dibêje: "DAIŞê xebatên xwe yên li derdora Zerge û bajarokê Reşadeya Daqûqê zêde kirine. Milîtan bi roj di hicreyên xwe de radizên û bi şev jî tevlî xelkê herêmê dibin."

    Serhed Qadir di berdewamiya axaftina xwe ya Rudawê de dibêje: "Li gor zanyariyên îstîxbaratî ku hatine berdestê me, 2 hezar milîtanên terorîst li derdora navçeya Hewîceyê perwerdeya leşkerî dibînin. Îhtîmala ku DAIŞ dîsa vegere Kerkûkê heye. Di dema me de kontroleke pir zêde hebû û hemû herêm di bin çavdêriya me de bû. Lê niha eger DAIŞ firsendê bibîne wê dîsa êrişî Kerkûkê bike."

    Herwiha yek ji berpirsê dezgehê ewlehî yê Kerkûkê Kawe Mela Perwîz jî dibêje: "Li bajarokên Reşad, Hewîce û Riyazê gelek endamên DAIŞê hene. Ji xeyrî vê li çemê Rodhane û Koderê bi awayekî eşkere mirov rastî wan tê û ev grûb êrişî hêzên iraqî dikin."

    Bi heman mijarî:

    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    ‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Komela Îslamî: Hikûmeta Iraqê ji tawanên Kerkûk û Xurmatûyê berpirsyar e
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Etîketan:
    Artêşa Iraqê, DAIŞ, Serhad Qadir, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de