17:02 24 Nîsan 2018
    YNK

    YNKê polîtbûroya xwe hilbijart

    © Foto: www.pukpb.org
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seîd Ehmed Pîre di axaftina xwe ya civîna çapemenî de ragihand ku YNKê polîtbûroya xwe hilbijartiye.

    Berdevkê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Seîd Ehmed Pîre civîneke çapemenî li dar xist û got: "Rêvebiriya YNKê ku bi Serokatiya Kosret Resûl civîn li dar xistibû biryara avakirina polîtbûroyê dan." YNK demek berê biryar dabû ku polîtbûroyê hilweşîne.

    Seîd Ehmed Pîre di berdewamiya axaftina xwe de got: "Polîtbûroya heyî ya YNKê wê hetanî kongreyê dewam bike. Em bi lîsteyekê tevlî hilbijartinan dibin û ti lîsteyeke din ku nûnertiya YNKê dike tineye."

    Pîre di dirêjiya axaftina xwe de got: "Wek tê zanîn berê rêveberiya YNKê biryar dabû ku polîtbûroyê hilweşîne, lê îro biryar hate dayîn ku polîtbûroya berê hetanî serdemên helbijartin û kongrê li ser kar be. Herwiha Cîgire Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî karê Sekreterê Giştî dike û biryar hatiye dayîn ku heta kongrê wiha be."

    Bi heman mijarî:

    YNK: Kosret Resûl û Hêro Talebanî name ji hev re nenivîsandine
    YNK: Kurd dikarin di çend seetan de Kerkûkê kontrol bikin
    YNK: Serokwezîrê Iraqê ji sozên ku dabû kurdan poşman bûye'
    YNK îro ji bo kongreyê biryara xwe ya dawî dide
    YNK beriya hilbijartinên Iraqê kongreya xwe li dar dixe
    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Etîketan:
    YNK, Seîd Ehmed Pîre, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de