13:57 25 Nîsan 2018
    Gorên Komî yên Êzidîyan li Şingalê

    Di navbera gundê Rizka û Cedale de goreke komî hat dîtin

    © AFP 2018 / SAFIN HAMEED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku li Şingalê goreke komî yê aîdî dewra rêxistina terorîst a DAIŞê din hat dîtin.

    Li gor daxuyaniya lêkolînerê êzdî Dawid Mirad Xetarî, di navbera gundê Rizka û Cedalê yê li bajarokê Gir Izêrêya girêdayî Şingalê de goreke komî ya aîdî dema rêxistina terorîst a DAIŞê hat dîtin.

    Dawid Mirad Xetarî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber ku lêkolîn bi dawî nebûne em nizanin bê cesede çend kesan div ê gora komî de ye. Tevlî ya dawî heta niha 79 gorên komî hatin dîtin."

    Rêxistina terorîst a DAIŞê di Tebaxa 2014an de êrişî herêma Şingalê kiribû û piraniya wan xelkên êzdî gelek sivîl qetil kiribûn û bi hezaran jî revandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Qeymeqamê Şingalê: Heta niha ji bo YPGê daxwazeke fermî ji me re nehatiye
    Heşda Şeibî banga vegera Şingalê li êzdiyan kir
    Li Şingalê meşa piştgiriya Efrînê
    Çavuşoglu: Wek operasyona Efrînê divê li Qendîl û Şingalê jî operasyon bên kirin
    Aldar Xelîl: Barzanî ji min re got ku vekişîna ji Şingalê şaş bû
    Etîketan:
    Li Şingalê goreke komî hat dîtin, Dawid Mirad Xetarî, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de