20:31 23 Nîsan 2018
    People sit in a truck with their belongings in the north east of Afrin, Syria March 15, 2018

    Elî Ewnî: Bi êrîşên li ser Efrînê dixwazin kurdan kole, Kurdistanê kolonî bihêlin

    © REUTERS / Khalil Ashawi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 30

    Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî daxuyand ku tiştê îro li Efrînê diqewime li hemberî nirxên mirovahiyê nedirustî ye û got, ev yek jî bi rizamendiya civaka mirovahî, hêzên serdest ên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tê ku gelê Kurdistanê yê li Efrîna aşitî û zeytûnan tê qirkirin.

    Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî li ser hisabê xwe yê Facebookê bi sernavê "Efrîn û bêdengiya dinyayê" peyamek belav kir.

    'TIŞTÊ LI EFRÎNÊ TÊ KIRIN QIRKIRINA AŞTIYÊ YE'

    Elî Ewnî di peyama xwe de civak û hêzên cîhanê û NY bi bêdengiya li hemberî şerê li Efrînê tawanbar kir û got, 'tiştê li Efrînê diqewime qirkirina aştiyê ye.'

    'ÊRÎŞA EFRÎNÊ JI BO KOLEHIŞTINA KURDAN Û KURDISTANÊ YE'

    Rêveberê PDKê Ewnî ev tişt gotin:

    "Ewa li Efrînê diqewime bênirxî û nerastiya bihayên mriovahiyê ye, bi rizamendiya civaka mirovahiyê, hêzên serdest ên cîhanê û Neteweyên Yekbûyî gelê Kurdistanê li Efrîna aştiyê û zeytûnê tê qirkirin. Ev ji bo kolehiştina kurdan û kolonîhiştina Kurdistanê ye. Kurdistan koloniyeke navdewletî ye. Gelê Kurdistanê bi nûnertiya dinyayê şerê DAIŞê kir. Îro dinya tola DAIŞê jê digire."

    'BÊDEWLETÎ TIM BI QIRKIRINÊ DAWÎ DIBE'

    Ewnî di peyama xwe de pirsa "Bi rastî ji bo çi li Kobanê alîkariya me kir lê li ser Efrînê cezayê didin me?" pirsî û wisa berdewam kir: "Ev tişta rûdide, divê kurdistanî dersê jê bigire û yekîtiya xwe pêk bîne û bi yek stratejiyê xebatên xwe bikin. Bêdewletî her tim bi qirkirinê dawî dibe. Referandûma serbixwebûnê gaveke dirust bû."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    NY: Nêzîkî 48 hezar kes ji Efrînê derketin
    Li Yunanistanê ji bo piştgiriya Efrînê Balyozxaneya Almanyayê hat dagirkirin
    Rêdûr Xelîl: Efrîn bi destê Erdogan bûye Helebceya sala 2018an
    ‘Bila Efrîn nebe Helepçeya nû'
    Erdogan: Ger me sivîl bikuştina wê Efrîn zûde biketa
    Etîketan:
    kolonîhiştin, Endamê Polîtburoya PDKê, Elî Ewnî, Efrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de