03:14 23 Nîsan 2018
    Dayîka Qurbaniyên Helepçê

    Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi minasebeta salvegera Helebçê peyamek weşand

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozaneya Amerîkayê li Bexdayê bi minasebeta 30emîn salvegera komujiya Helebçê peyamek weşand qurbanî û birîndarên Helebçeyê dibîr anîn.

    Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê dii peyama xwe de bal kişande ser rêveberiya Sedam Hiseyn ku di 16ê Adara 1988an bi çekên kimyewî zêdetirî 5 hezar sivîl kiriine qurbanî û zêdetirî 10 hezar sivîl jî hatin birîndarkirin.

    Di peyamê de herwiha hat gotin ku di salvegera Helebçê de balyozxaneya Amerîkayê ji bo hemû Iraqî û taybet jî gelê Herêma Kurdistanê rojekê şînê digire, "Em dixwazin yên bûne qurbanî û birîndaran dibîr bîni. Em sersaxiyê ji nas û dostên qurbaniyan ku piştî 30 salan jî wê êşê bi awayekî diltezîn re dixwazin."

    Herwiha hat destnîşankirin ku Amerîka careke din soz dide, ji bo ku careke din li ser vê xaka ku gelek komên etnîkî û olî dijîn û gelê Iraqê bi giştî wê piştgiriya xwe ya bo Iraqeke aram û demokratîk berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    HDPê û HAK-PARê ji bo salvegera Helebceyê daxuyanî belav kir
    Komela Qurbaniyên Kîmyabarankirina Helebçe di salvegera karesatê de peyamek weşand
    Bi wêneyan bîranîna salvegera 30emîn ya komkujiya Helebçeyê
    ‘Bila Efrîn nebe Helepçeya nû'
    Ji PAK û PSKê daxuyaniya jenosîda Helebçeyê
    Etîketan:
    şîn, komkujiya helebçeyê, merasîma bîranîna helebçeyê, Helebçe, Bexda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de