05:52 20 Nîsan 2018
    esnafê Hewlêrê

    ‘Ji ber operasyona li ser Efrînê em tiştekî Tirkiyê nafiroşin’

    © Sputnik / Osman Başqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 50

    Li Hewlêrê esnafekî bi navê Kawe Abid ji ber operasyona ku Tirkiye li ser Efrînê didomîne di karxana xwe de tu tiştekî Tirkiyê nafiroşe.

    Kawe Abid
    © Sputnik / Osman Başqali
    Kawe Abid

    Kawe Abid bi eslê xwe ji Efrînê ye û li Hewlêrê di dikana xwe de tiştên şirînahiyê difiroşe. Abid çendeke tu tiştên Tirkiyê nafiroşe û vê li ser dikana xwe jî nivîsiye. Kawe Abid vê berteka xwe ji Spûtnîk Kurdistanê re wiha îzah kir: Wek ku hûn jî dizanin ev du heyv e ku operasyona tirkiyê ya li ser Efrînê didome. Wek gelek kesan em jî nerazî ne. ji bo nîşandana nerazîbûna xwe min jî vê rêyî dît.
    Abid di dewamiya axaftin xwe de destnîşan kir ku "ez bixwe jî xelkê Efrînê me, dilê min ji ber vê bûyerê diêşê û gelek mirov û dostên min niha li Efrînê tên bombekirin.

    Herwiha Kawe Abid got ku, piştî mni vê bertekê da hin kesan jî bi zaneyî ala tirkiyê bi xwe dikirin û di ber derê dikanê re derbas dinbûn, min asayişê bi vê haydar kir û got ez vê qebûl nakim.

    Kawe Abid
    © Sputnik / Osman Başkali
    Kawe Abid

    Bi heman mijarî:

    Ebadî talîmat dan ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
    Li Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Çemçemal ji bo Efrînê xwepêşandan hatin kirin
    Serokomar bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Bilez bicivin
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêya Hewlêr û Kerkûkê vekir
    Etîketan:
    hewlêr, bertek, Efrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de