18:28 20 Gulan 2018
    Helepçe

    Kurdistanê ji Bexdayê xwest ku tezmînatê bide qurbaniyên Helepçeyê

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro îniyê bi daxuyaniyekê xwest ku hikûmeta federal a Iraqê tezmînatan bide malbatên qurbaniyên Helepçeyê yên ku berî 30 salî hatibûn kîmyabarankirin.

    Mûzexaneya Helepçeyê - Helepçe
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Herêma Kurdistanê îro bi 30emîn salvegera komkujiya Helepçeyê ya ku di encama wê de wek îro sala 1988an 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ew êrîş wek tawaneke mirovî bi nav kir ku li ber çavên cîhanê çêbû û rexne li bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya wê demê girtin.

    Herwiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Komkujiya Helepçeyê nîşanî cîhanê da bê çawa stemkarî li gelê Kurdistanê hatibû û desthilata Bexdayê ya wê demê çiqasî hov bû."

    Ji aliyê din ve, Hikûmeta Kurdistanê teqez kir ku di vê rojê de çi ji destê wê tê ji bo bajarê Helepçeyê dike û careke din xwest ku dewleta Iraqê berpirsyarên xwe bîne cî û tezmînatan bide qurbaniyan û bajarî ji nû ve ava bike.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî: Nabe ku Kurdistan ji Iraqê veqete
    Etîketan:
    Hikûmeta Kurdistanê, Kurdistan, Iraq, Bexda, Helepçe
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de