05:42 22 Nîsan 2018
    Helebçe

    Zarokên Helebçeyê û bêhna sêvan

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 04

    Îro 30yemîn salvegera komujiya bajarê kurd ê Helebçeyê ye. Rejima beas a Iraqê ku serokatiya wê Sedam Huseyn dikir di sala 1988an de bi xazên kîmyewî êrişî bajarê Helebçeyê kir.

    Rejima beas a Iraqê ku serokatiya wê Sedam Huseyn dikir di sala 1988an a şerê Irak-Îranê de bi xazên kîmyewî yên VX, sarîn û xerdelê êrişî bajarê Helebçeyê kir. Di êrişa kîmyewî ya bajarê Helebçeyê de zêdetirî 5 hezar însanên ku ji jin, zarok û extiyaran pêk dihat jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran birîndar bûn û bi 10 hezaran însan jî neçarî koçberiyê bûn. Zarokên ku hatin dinyayê kêmemdan çêbûn, nexweşiyên cûrbicûr derketin û bû sedema komplîkasyonan.

    Sedam Huseyn li Herêma Kurdistanê berê jî çend caran li hemberî kurdan êrişên xwînî û kîmyewî yên wek Enfalê pek anîn, lê di nava êrişên kîmyewî de ya herî mezin kîmyabarana Helebçeyê ye. Berî kîmyabarana Helebçeyê ku 16ê Adarê dest pê kir û hetanî 18ê Adarê dewam kir di navbera 40-45 hezaran de însan lê jiyan dikir.

    Piştî bûyerê pêşî tîma Bijîşkên Sînornenas a Navneteweyî ku ji holandî û belçîkiyan pêk dihat gihîştin Helebçeyê û bijîşkan jî bikaranîna xerdelê serast kiribûn û li gor raportê di nava xazên jehrî de siyanur jî hebû.

    Helebçe, di 1ê Adara 2010an de ji aliyê Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê û ji aliyê gelek sazî, rêxistin, dezgehên fermî û parlamentoyên welatên cihanê ve wek qetlîama li hemberî mirovahiyê hat qebûlkirin.

    Helebçe her sal di 16-18ê Adarê de li gelek deverên cihanê ji aliyê kurd, kurdistanî û dilşewatên kurdan ve bi merasîmên cuda tê bibîranîn.

    Her çiqas Sedam Huseyn di sala 2006an de û pismamê wî Elî Hesen el Mecîd (Elî Kîmyewî) jî di sala 2010an de ji ber qetlîamê Helebçeyê hatibin îdamkirin jî hê gelek şexs û berpirsên beasî ku di êrişê de rol lîstibûn nehatin darezandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Çemçemal ji bo Efrînê xwepêşandan hatin kirin
    Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
    Dosyaya komkujiya Helebçe wê biçe NYê
    Ji PAK û PSKê daxuyaniya jenosîda Helebçeyê
    Barzanî di salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand: Ji Komkujiyê Iraq berpirsyar e
    Etîketan:
    Komkujiya Helebçeyê, Helebçe, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de