15:45 22 Nîsan 2018
    PAK

    Ji PAK û PSKê daxuyaniya jenosîda Helebçeyê

    © Sputnik / Abdulhakim Günaydin
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi mûnasebeta salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek belav kirin.

    Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi mûnasebeta salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek belav kirin. Partiyên di daxuyaniya xwe de komkujiya Helebçeyê bibîr anîn û ragihandin ku jenosîda Helebçeyê bi dagirkirina Kerkûk û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e.

    PAKê di daxuyaniya xwe de got: "30 sal berê di 16ê Adara 1988an de li Helepçeya Herêma Kurdistanê rejîma beas bi bombebarana kîmyewî zêdeyî 5 hezar sivîl qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok, jin û pîr bûn. Li Helebçeyê ne bes 5 hezar mirov; lê wîcdane mirohîyê jî şehîd ketibû. Ev ne bes qirêjîya Seddam Husênê faşîst û dîktator bû; herwiha şerm û qirêjiyeke li ênîya mirovahîyê bû jî."

    PAKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Piştî 30 salên jenosîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê niha jî rastî komkujî, qetlîam, kuştin, neheqî û wêranîyan dibe û Helebçe bi dagirkirina Kerkûk û bi êrîşa li ser Efrînê berdewam e. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye, ji bo miletê kurd, gelê Kurdistanê ti maf û azadîyan bi dest nexe, ji bo ku li ti derê statuyeke siyasî bi dest nexe, bi plan û stratejîyên pir alî, hevkarîya xwe didomînin. Em ê birînen xwe yên dîrokî bi tifaq û hişmendîya netewî bipêçin. Em di 30yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, vê jenosîdê rûreş dikin."

    BIRÎNA HELEBÇEYÊ SAR NABE

    PSKê jî di daxuyaniya xwe ya bîranîna Helebçeyê de got: "Dibe ku hinek berpirsên qetlîema Helebçeyê hatibin girtin û dadgeh bibûn û rastî cezayê îdam hatibin. Lê birîna Helebçeyê sar nebûye. Ji ber ku hemû berpirsên qetlîamê nehatine destnîşan û dadîgeh kirinê, dewleta Iraq û berpirsên rejîma beas di dadgehên navneteweyî da nehatine darezandin û hikumeta Iraqê, biryara dadgeha a welatê ku biryar dabû ku qetlîema Helebçeyê tawanê mirovî ye, cibicî nake û serî li dadgehên navneteweyî nade. Hikumeta Iraqê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên derunî, civakî, tendirustî û jîngehê ku 30 sal berdewam e û wê bi salan berdewam dibe, ti tişt nekir û dê neke."

    PSKê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Em wek PSKê carekî din jenosîda Helebçe protesto dikin û serxweşiya xwe pêşkeşî qurbaniyên Helepçe dikin. PSK bangî Hikûmeta Herêmê Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanî, sazî û dezgehên sîvîl yên ku li derwayê welat kar û xebatê dikin, dike ji bo nasandina 16ê Adarê wekî roja piştgiriya gelê kurd bi hevra hewl bidin, kar û xebat bikin."

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêr, Silêmanî, Helebçe û Çemçemal ji bo Efrînê xwepêşandan hatin kirin
    Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
    Dosyaya komkujiya Helebçe wê biçe NYê
    Barzanî di salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand: Ji Komkujiyê Iraq berpirsyar e
    Xelkê Helebçeyê ji Almanyayê xwest ku lêborînê ji gelê Kurd bixwaze
    Kurdistanî li Hewlêr, Silemanî û Helebçeyê daketin kolanan
    Etîketan:
    Bîranîna Helbçeyê, PSK, PAK, Helebçe, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de