18:30 19 Nîsan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî di salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand: Ji Komkujiyê Iraq berpirsyar e

    © REUTERS / Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 30yemîn salvegera karesata Helebçeyê de peyamek weşand û got, "Ev e birîneke li ser can û cesedê gelê me ku dê tu wext ne kewe û neyê ji bîr kirin."

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 30yemîn salvegera karesata Helebçeyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand.

    Barzanî di peyama xwe de ev tişt nivîsîn:

    "Em îro gelê kurdistanê û birîna wê ya ku nakewe Komkujiya Helepçeyê di bîr tînim. Ez silav û hezkirinên xwe yên ji dil ji giyanê pak ê şehîdên ku li Helebçeyê bi gaza kîmyayî canê xwe ji dest dane re dişînim.

     Û hevsoziya xwe li gel nas û xizmên şehîdan û qurbaniyên wê rûdana diltezîn dûpat dikim. Ev e birîneke li ser can û cesedê gelê me ku dê tu wext ne kewe û neyê ji bîr kirin.

    Belê, rejîma Bees êdî ne li ser kar e, lê belê wê tawana mezin li bin serweriya dewletê de encam daye. Ji bo wê yekê di karesata Helepçeyê û sepandina karesata Helebçeyê dewleta Iraqe berpirsyar e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir
    Barzanî derbarê vekirina balafirxaneyên Kurdistanê de peyamek weşand
    Barzanî: Biryara Iraqê gaveke girîng e
    Barzanî: Biryara Ebadî ya derbarê balafirxaneyan de gelek girîng e
    Barzanî: Pirsgirêk ne şandina mûçe û vekirina balafirxaneyan e, siyasî û netewî ye
    Barzanî: Iraq bi fikra înkarê serweriyê li Kurdistanê dike
    Etîketan:
    Peyam, Salveger, Helepçe, Mesûd Barzanî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de